Temel ê HDP’î bertek nîşanî operasyonan da: Kesek biçe dê hezar kes bên

  • rojane
  • 14:30 12 Cotmeh 2018
  • |
img
STENBOL- Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel, operasyona li dijî rojnamevan, siyasetmedar û parêzeran a li Amedê pêk hat, weke “hemleya hilbijartinê ya desthilatdariyê” pênase kir û got: “Helwesteke net a gel heye. Kesek biçe dê hezar kes werin, bi moral û motîvasyonek mezintir bixebitin.”
 
Li Amedê di serdegirtinên 9’ê Cotmehê de, rojnamevan, parêzer û siyasetmedar jî di navê de 120 kes hatibûn binçavkirin. Ji 120 kesên hatin binçavkirin qismek wan hatin girtin û 75 kes jî îro sewqî dozger hatin kirin. Parlameterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel ê di operasyonên li dijî siyasetmedarên Kurd ên di salên 2009 û 2012’an pêk hat de hat girtin û demek dirêj di girtîgehê de ma, bal kişand ser armanca operasyonê û polîtîkayên teslîm girtina HDP’ê. 
 
Temel, diyar kir ku weke tê gotin tu eleqeya operasyonê bi nameyên îxbar û e-maîlên îxbaran re tuneye û wiha axivî: “Ev operasyon ji berê de hatiye amadekirin. Mirovên di xebatên HDP’ê de xebitîne weke ‘torbeyan tije bikin’ ji ber sedemên bêeleqe dosyeyan ava dikin û didin girtin. Ev operasyonek siyasiye û ji daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ên li ser HDP’ê ne serbixweye.” 
 
'EV OPERASYON HEMLEYA HILBIJARTINÊ YE'
 
Temel, da zanîn ku Ji ber xebatên hilbijartinê ev hemû kes hatin binçavkirin û wiha got: “Operasyona di 9’ê Cotmehê de pêk hat, dişibe operasyonên qirkirina siyasî û dozên KCK’ê yên berê. Çiqas mirovên ku di 24’ê Hezîranê de beşdarî xebatan bûne, hemû binçavkirin. Ji bo ku ev mirov beşdarî xebatên hilbijartina herêmî nebin hatin binçavkirin. Ji ber vê yekê em hemleyeke hilbijartinê ye. Piştî daxuyaniya Erdogan 2 roj şûn de operasyon pêk hat. Di 7’ê Cotmehê de îdîa kir ku HDP ne meşûre û dûre dozger ketin nava tevgerê. Konseptên wiha yên amadekirî hene. Çawan ferman tê dayîn daraz dikeve nava liv û tevgerê.” 
 
‘HELWESTA GEL NET E’
 
Temel, anî ziman ku ligel hemû êrîşna jî helwesta gel net e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Helwestek net a vî gelî heye. Kesek biçe dê hezar kes werin, bi moral û motîvasyonek mezintir bixebitin. Gel xwedî helwestek wiha ye. Ji bo vale derxistina van operasyonan, rêya herî reht û bi bandor cihê kesên hatin binçavkirin û girtin, dagirtine. Di vî warî de heta bêje gelekê ku bi biryar heye.” 
 

Sernavên din

16:47 Li Xarpetê 3 çalakgerên tedawiya wan nayê kirin xwîn vedireşin
16:39 Ferman ji jor hat Kanbal nekirin şaredariyê!
16:24 Li banakayên cemaweriyê AKP'î hatin ser kar
16:12 Girtiyên li Gebzê rakirin nexweşxanê: Me bi ser xist
15:44 Dayikên Aştiyê: Em ê ne canan nefretan bin ax bikin
15:41 Li Xelfetî dema binçavkirina 8 kes dirêj kirin
14:52 Hevşaredarên Êlihê xebatên xwe vegotin
14:37 Dayikên Şemiyê di salvegera 24'emîn de qûrnefîl danin Qada Galatasarayê
14:26 Li Xarpêtê, girtî dê di girtîgehê de bên tedawî kirin
14:24 Olûç: HDP ne partiyeke ku bazarên erzan bike ye
14:15 4 kesên di grev birçîbûnê de, ji bo kontrole dîsan anîn nexweşxanê
13:51 Tuncel û Irmak paşve birin girtîgehê
13:47 Ciwanê ku ket Çemê Donemeçê winda bû
13:42 Îdîaya dozger: Di çarçoveya daxwazên girtiyan de, girtî nebirin nexweşxanê
13:32 Bêyî ku mudaxaleya tibî bikin wan careke din birin kogûşan
13:20 Girtî tedawiyên ne li gorî protokola grevên birçûbûnê qebûl nakin
13:12 Cenazeyê Evîna ku ketibû bendavê hat dîtin
12:44 Davûtoglûyê ku digot 'Min fermana wan operasyonan da' tê Amedê
12:33 Ji 221 girtiyan tenê 21 girtî rakirin nexweşanê
12:02 Di şewata li Kadikoyê rû da de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Li Îdirê teqîn: Berbazek bi giranî birîndar bû
11:40 Li bendêye ku di danişîna Ataman ê 3 salin girtiye de mutale bê xwestin
11:11 ‘Biryardariya zarokên me û têkoşîna dayikan ev encam bi dest xist’
11:11 Girtiyên Girtîgeha Bakirkoyê nayên sewqkirin
10:16 Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de derbe li partiyên kevneşop ket
10:07 Sewqên girtiyên di greva birçîbûnê de yên nexweşxaneyan dewam dikin
09:38 Akin: Gel carek din bal kişand ser Îmraliyê
09:07 Midûrê qeyûm pereşûtên şaredariyê bi xwe re birin
09:06 Li Xelfetî şopên pevçûn û îşkenceyê li şûna xwe dimînin
09:05 'Ji tecrîda 8 salan aştî û demokrastî derket holê’
09:04 ‘Divê em daxwaza xwe ya edaleta rast li ser Nevîn bixin rojevê’
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2019'AN
26/05/2019
19:08 Girtiyên greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin radikin nexweşxaneyan
18:10 Li Xerpêtê girtiyan sewqî nexweşxanê nakin
17:39 Girtiyan bi berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn
17:17 13 girtiyên li Kiriklarê rakirin nexweşxanê
17:10 Li Amedê 10 girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de rakirin nexweşxanê
16:48 HDP’ê ji bo şopandina tedawiya grevên birçîbûn Maseya Koordînasyona Giştî ava kir
16:32 Girtiyên li Bûrsa dê sibe rakin nexweşxanê
16:32 Buldan: Em soz didin Ocalan em ê bi hevre aştiyê bînin
16:14 Çalagerên li Strasbûrg jî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
16:04 5 çalakgerên greva birçîbûnê li malên xwe domandin, rakirin nexweşxanê
15:41 Dayikên li Gebzeyê têkoşiyan: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê bidomînin
15:40 Girtiyên li Bandirma bi hinceta ‘betlanê’ ranekirin nexweşxanê
15:26 HDP: Biryardariya mezin da qezenc kirin
15:05 Leyla Guven rakirin nexweşxanê
14:58 Prof. Dr. Fîncanci: Me masa krîzê ava kir
14:47 Hesass ê di greva birçîbûnê de: Têkoşîna me dê dewam dike
14:30 Ozdemîr: Heta Ocalan azad bibe têbikoşina me wê bidome
14:19 Dayikên li Enqerê: Bijî berxwedana zindanan