MÊRDÎN - Li ser rêbejahiya Mîdyad û Hezexê TIR û mînîbusekê rêwiyan li hev qelipîn û di qezayê de 2 kesan jiyan xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêbejahiya dinavbera navçeya Hezex a Şirnexê û navçeya Midyadê ya Mêrdînê de, TIR’a plakeya wê 76 AN 309 û mînîbûsa rêwiyan li hev qelipîn.
Halîme Karabalik a 45 salî û Rihan Tayfan a 70 salî di qezayê de jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. Ekîbên ambûlansê yên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Ji ber qezayê, rê li trafîqê hat girtin.