Rojnameger ji ber xebatên KCD û TJA tên sûcdarkirin

  • rojane
  • 12:05 12 Cotmeh 2018
  • |
img

AMED - Rojnamegerên di operasyona navenda wê Amed a 9 bajaran pêk hat de hatin binçavirin, ji ber xebatên Desteya Giştî ya KCD û TJA yên di 8-9’ê Îlonê de hatin kirin, tên sûcdarkirin. 

 
Di çarçoveya operasyonên binçavkirinê yên li dijî rojnameger û siyasetmedaran di saetên serê sibê yên 9’ê Cotemê pêk hatin de, polîsan bi ser 200 adresan de girtin, ji 151 kesên derbarê wan de biryara binçavkirinê hebûn, 120 binçav kirin. 23 kesên li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade dan, hatin berdana. Ji 25 kesên duh sewqî edliya Amedê hatin kirin, 12 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û bi rojnameger Kîbriye Evren re 13 kes hatin girtin. Nêzî 75 kesên dinavê de rojnameger Abdurrahman Gok, Semîha Alankuş, Lezgîn Akdenîz, Esra Solîn Dal, Cîhan Olmez, Mehmet Akdogan û belavkarê Rojnameya Yenî Yaşam Savaş Aslan heyî li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên girtin. 
 
 Hat diyar kirin ku gelek rojnamegerên dibin çavan de, di îfadeyên xwe yên li Midûriyeta  Polîsan de mafê xwe yê bêdengbûnê parastin. Rojnamegerên li dû nûçeyan her roj baz didin, bi îdîayên “Li ser navê rêxsitinê beşdarî xebat û çalakiyan bûyîn” tên sûcdar kirin. Hat destnîşan kirin ku pirsîn “Têkiliya we bi PKK/KCK’ê heye? Erka we ya nava rêxistinê de çiye? Kodê ku hûn dinava rêxistinê de bi kar tînin çiye?” tim ji rojnamegeran tên kirin.  
 
IXBARA BÊNAV: VAN RAWESTÎNIN  
 
Rojnameger, bi ixbara kesekê bênav ê di 19’ê Îlona 2018’an saet 21.31’an de li Şaxa Elektronîk a Mûhabere ya Midûriyeta Polîsan a Amedê geriyayî tên sûcdarkirin. Îxbarker wiha dibêje: “Qewet be. KCK’î tiştnan dikin. Civînên veşartî lidardixin. Diçin Îraqê, Qendîlê, Erbîlê û paşve vedigerin. Hin çaran bi pasaportan diçin û hin çaran jî bi qaçaxî diçin û vedigerin. Li wê derê civînan pêk tînin û fermanên li wê derê jî tînin Tirkiyeyê. Diçin Ewropa jî civînan lidar dixin. Li Amedê gelek malên wan hene. Li van malan civînên veşartî pêk tînin. Van rawestînin. Bila navê min veşartî bimîne.” 
 
BI TJA TÊN SÛCDARKIRIN 
 
Kesekê din ê bênav ê di 28’ê Hezîrana 2018’an de li Şaxa Elektronîk a Mûhabere ya Midûriyeta Polîsan a Amedê diger, di îxbara dike de wiha dibêje: “Ezê derbarê PKK’ê de çend tiştan bêjim. Jinên PKK’î navê KJA li xwe kiribû. Dema hat girtin TJA avakirin. Jin li vê derê kom dibin. Li aliyê Ofîsê... Hemû kar û xebata wan lidarxistina civînane û di van civînan de li serr Ocalan û tecrîdê nîqaş dikin. Şopdarên wan diçin vê derê. Ger tiştek din seh bikim ezê peyam bişînim.”
 
DESTEYA GIŞTÎ YA KCD’Ê
 
Şahidê veşartî yê binavê “Ezel” jî di îxbara dike de wiha bilêv dike: “Di komîteya weşanê ya çapemeniya rêxistinê de cih digirn. Li ser Skyp’î bi endamên rêxistinê yên li Başûrê Iraqê dimînin re diaxivin. Rojnameger bi van ixbatan tên sûcdarkirin.  

Sernavên din

17:34 Şaredariya Sîlopî nûçe piştrast kir û parastina 'Mexdûriyetê' kir
17:13 Osman: Pêwiste Kongreya Neteweya Kurdistan pêk bê
16:41 Oluç: Hilbijartin di heman demê de referanduma hiqûq û demokrasiyê ye
16:03 Partiya Pêşerojê ya Sûriye: Em Sûriyeke demokratîk dixwazin
14:44 Rojnameger Kartal hat girtin
13:13 Karkerên 27 rojin kar berdane: Em bi piştgiriyê bêtir xurt dibin
12:54 Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê: Di koordînatên girtekan de hestiyên winayan hat dîtin
12:44 Temellî bersiv da Erdogan: Em ê di hilbijartinê de mîna Amedsporê bi ser bikevin
10:26 Bi 'Henekî' gule berda serî û kuşt
10:15 Çelebî ku 22 salin girtî ye 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwestin
09:56 Encama fermî ya hilbijartina Herêma Federe ya Kurdistanê aşkere bû
09:14 Li odeyeke 3 metreyî li aqûbeta xizmên xwe digerin
09:13 Saleke Serfermandariyê bersiv nedaye
09:11 Parêzerê hat berdan: Parastin bi êrîşan re rûbirû ye
09:09 Berdevkê Komîteya Krîzê: Rewşa Tirkiyeyê ji ya Arjantînê jî xirabtir e
09:08 Akademîsyenên îxrac bûn, ji bo zarokan şahiyê li dar dixin
09:04 Nexweşîna Arîna 15 mehî girantir dibe
09:03 'Helwesta Bekir Kaya wê muxalefeta civakî xurtir bike'
09:01 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2018'AN
08:06 Karkerê ji qadê 10 ket jiyana xwe ji dest da
20/10/2018
20:27 Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
20:19 Li Desteya Giştî ya Enqereyê bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê
19:55 Tedawiya girtiyê nexweş Salîh Gun bi derengî tê xistin
18:38 Rojên Wêjeya Berawirdiyê bi çalakiyên cur bi cur didome
17:29 Erdogan bêyî behsa HDP’ê bike deng ji Amediyan xwest
17:28 Parlamenterê HDP’ê û aborînas Katircioglu: Em dikevin krîzek kûr
16:51 Parêzara Ocalan: Divê li dijî tecrîtê em xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin
16:44 Namzeta ODAV'ê Keskîn: Em ne esker em hiqûqnas in
15:38 ‘Girtiya nexweş Sîsê Bîngol berdin'
15:37 ÎHD: Girtiyê nexweş Aksû serbest berdin
14:52 Turkdogan: Hewl didin mirovan winda bikin
14:43 Ji girtiyê nexweş Atli re azadî xwestin
14:37 Pervîn Bûldan: Demokrasî bêyî jinê pêş nakeve
14:11 Diwarê atolyeya tekstîlê hilweşiya: 2 karker mirin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosun û Aydemîr pirsîn
12:59 Lijneya Giştî ya Baroya Stenbol bi çalakiyê dest pê kir
12:26 Doz li rêveberên Amedsporê vekirin
11:58 Temellî: Çareserî demokrasiya radîkal e
Turk: Berî her tiştî divê em yekîtiyê xurt bikin
11:50 Wênegir Ara Guler tê oxirkirin
11:31 Şêniyên Amedê: Heke gel ji qeyûman kêfxweş be lê ev tirs çi ye?
11:01 Îfadeya şahidê doza Safiturk: Erê, Na!
10:38 Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome
10:30 Li Wanê di ‘Roja Muxtaran’ de 16 muxtar ji kar hatin avêtin
10:11 Karkerên jin ên rastî dijwariya krîzê tên: Ev ne edalet e
10:00 Ji bo Erdogan ketina Sûrê qedexe kirin
09:51 Miduriyeta Perwerdehiyê ji bo hatina Erdogan seferber bû
09:39 Girtiyê nexweşiya Wernicke Korsakoffê nayê berdan
09:20 Li Hezoyê 9 keya ji peywîrê hatin girtin
09:19 ‘Divê hemû kesên xwedî wijdan piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê'
09:18 Girtiya hat sewqkirin: Di rê de em hatin derbkirin