Jin ‘Warê Xemrî' vedikin

  • jin
  • 11:58 12 Cotmeh 2018
  • |
img
STENBOL -  Tora Parastina Jinê, bi armanca polîtîkayên feminîst pêş bixe û piştevaniya jinan xurt bike cihê “Warê Xemrî" vedikin. Endama Tora Parastinê Fulya Dagli, diyar kir ku ew dê li vî warî hem bi hevre hilberînin û xwe bi hêz bikin û hem jî bi hevre têkoşînê pêş bixin."
 
Tora Parastina Jinê, bi armanca polîtîkayên feminîst pêş bixe û piştevaniya jinan xurt bike, dê sibê li Kadikoyê cihê “Warê Xemrî" vekin. Jinên femînîst ên li qadên cuda kar dikin dê li vir kom bibin û tekoşîna hevpar pêş bixin. Jin bi armanca tevgera feminist bi hêz bikin, dê li vir kargerî, panel, semîneran pêk bînin û fîlman bidin pêşandan. Dîsa dê şahiyên muzikê û gele xebatên din li vir pêş bixin. Warê Xemrî dê li vir nerîn û pêşniyara jinan jî bistînin û li ser ve yekê planên nû bidin pêş xwe. Endama Tora Parastinê Fulya Dagli, diyar kir ku ew dê li vî warî hem bi hevre hilberînin û xwe bi hêz bikin û hem jî bi hevre têkoşînê pêş bixin."
 
Endama Tora Parastinê Fulya Dagli, anî ziman ku di Nîsana 2016'an de ji Şahiya Jinan a Morfestê bi bandor bûn û wiha got: “Di Morfestê de gelek kargeriyên hilberinê hatin avakirin. Kargeriyên hiqaşê yên feminist hatin avakirin. Di van kargeriyan (atolye) de gelek nerîn, pêşniyar û fikrên rengîn derketin holê. Li ser têkoşina hevpar niqaş hat kirin. Ev ji bo me bû fikrek nû. Me xwest tevgera jinan bêtir bi hez û rêxistin bikin. Têkildarî Warê Xemrî me gelek civîn pêk anîn û me gelek niqaş kir. Li ser vê yekê me xwest warekî xweser û serbixwe yê jinan ava bikin. Jin dê li vê qadê karibin aram û azad niqaş bikin û xwe bînin ziman. Dê xwe wekhev hîs bikin. Dê li vir hilberînên xweser bên kirin. Dê bi hevre parve bikin û şêwirmendiyê pêş bixin."
 
'EM DIXWAZIN LI DIJÎ DÎKTATORIYA ERDOGAN PARASTINA CEWHERÎ YA FEMÎNÎST PÊŞ BIXIN'
 
Dagli, da zanîn ku her jinek cuda rastî serdestiya mêr tê û wiha axivî: “Faşîzma Qesr-AKP'ê bi rijîma nû dijminantiya Jinê pêş dixe. Em dixwazin li dijî polîtikayên dijminantiya jinê, têkoşîna hevpar û polîtîkayên femînîst pêş bixin. Em dixwazin li dijî dîktatoriya Erdogan a dijminantiya jinê parastina cewherî ya feminîst pêş bixin. Em dixwazin li vî warê xemrî bi panel, semîner, kargerî û filman ji rêxistinên cuda û jinên cuda yên femînîst li hev kom bikin û têkoşina hevpar pêş bixin. Em bawer dikin ku jinên tev li van xebatan û vî warî bibe dê gelek tişt li me zêde bikin. Projeya Warê Xemrî hêj xelas nebûye. Her dem xwe nû dike û pêş dixe. Navê Xemrî (Mor) nasnameya me û têkoşîna me tînê hiş û aqilan. Warê me ji hemû jinan re vekiiye. Em dê li vir bi hevre hilberinîn û bi hevre têkoşînê pêş bixin. Em bang li hemû jinan dikin ku sibê tev li vekirina Warê Xemrî bibin." 
 
MA / Necla Demîr 

Sernavên din

10:17 Hevseroka MSD’ê Umer: Tirkiye bêyî destûra DYA’yê nikare êrîş bike
10:06 ‘Çawa HADEP'ê qezenç kir dê HDP jî qezenç bike'
09:47 Mexdûrê 19’ê Kanûnê: Divê her kes piştevaniya grevên birçîbûnê bike
09:16 'Divê meaşê kêmtirîn herî kêm 2 hezar û 800 lîre be'
09:08 Derhênerên sînemayê: Gel doza Sînemaya Yilmaz Guney dike
09:07 Siyasetmedar: Ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê tecrîd rabe
09:06 'Ji ber 7 lîre bi min re tune bû min nikaribû derman bikire'
09:05 OSO çû, aramî hat her du Serêkaniyan
09:05 ATK: Kûrkût bi guleya li erdê ket û pengizî hatiye kuştin
09:04 Aslan ê ji Girtîgeha Manîsayê derket: Zext û zorî dewam dikin
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2018'AN
18/12/2018
17:10 Sendîka û odeyên pîşeyî ji bo mîtîngê bang kirin
16:17 Dadgehê salek û 8 meh ceza li rojnameger Gunduz birî
15:39 Temellî: Kengî hilbijartin nêzîk bibe îktîdar bi xwîna kurdan dikevin hilbijartinê
14:55 Ozsoy: AKP ji xwe re li pozîsyona operasyonê digere
14:40 HDP'ê ji bo penaberan ji meclisê xwest lêkolin bikin
13:14 ÎSÎG: Heri kêm 108 karkerên penaberên koçber jiyana xwe ji dest dan
13:04 Girtiyê ku nexwest bi maşîna Ringê biçe nexweşxaneyê nayê dermankirin
12:46 Gelek xwendekar li Dersîmê hatin binçavkirin
12:32 22 sal in awaza Eyşe Şana bê tac û bê text zindî olan dide
11:41 Gultan Kişanak jî li dijî tecrîdê ket grevê: Em nikarin bêdeng bimînin
11:12 Civaknazê Êzidî: Êrîşên li dijî şengalê berdewama komkujiya 73'emîn e
10:11 Hevşaredarê Tozanê hat binçavkirin
10:01 Aydenîz: Di hilbijartinê de dixwazin şer bikin propaganda xwe
09:24 Kaçmaz: Li Şirnexê 4-5 hezarên din jî tên qeydkirin
09:24 Şahidê 'Operasyona Vegera Li Jiyanê': Wê grevên birçîbûnê belav bibin
09:23 Krîzê bandor li yemenîvaniyê jî kir
09:21 Dozger 'gazîkirina alîgirên partiyê' wekî 'dadgeha gel' nirxand
09:21 Midûrê girtîgehê gef xwarin: 'Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin'
09:20 'Dewlet naxwaze komkujî bên aşkerekirin'
09:19 Rojnameya Evrenselê: Paşê em ê dîsa hejmara rûpelan zêde bikin
09:18 Îdîya 'Pêşmergeyên Roj li ser fermana Tirkiye ketin Bakurê Sûriye'
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2018'AN
17/12/2018
23:55 Rojnamevan Candemîr hat berdan
19:02 Ji bo Bendava Dîcleyê qalpax anîn
16:59 Rojnameger Evren jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kir
16:52 Rojiya mirinê ya Karabak û Yildirim di roja 92’an de ye
16:42 Rojnameger Oktay Candemîr hat binçavkirin
16:31 Heyeta PSK'ê serdana HDP'ê kir
16:28 Temellî: Heta tercîda Îmraliyê ranebe demokrasî nayê vî welatî
16:06 Li Strasbourgê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya bêdem û bêdorveger dest pê kir
16:05 Dermankirina girtiyê nexweş Kemal Ozelmali didome
15:53 Ji girtiyên nexweş re kart şandin
15:18 Mamosteya wêneyê xizaniyê parve kir, ji peywirê hat girtin
15:17 Odeya Bijîşkên Amedê banga danişîna hekîman kir
14:24 Hemû projeyên bendav û HES’ên li Munzurê hatin betalkirin
14:24 Li Stenbolê 2 kes hatin binçavkirin
13:56 Dadgeha Rihayê ceza li siyasetmedaran barand
13:38 Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
13:10 Macarîstan dê 200 esker li Herêma Federe a Kurdistanê bi cih bikin