‘Ji bo em baroyê bi rengê xemrî boyax bikin namzetin’

  • rojane
  • 10:10 12 Cotmeh 2018
  • |
img
STENBOL – Namzeta Baroya Stenbolê Parêzer Eren Keskîn got: “Ji bo parastina edalet û azadiyê em li cem hev in. Ji bo em her nasnameyan biparêzin û her nasname dikaribe xwe azad îfade bike em hatin kêleka hev. Ji bo em baroyê bi rengê xemrî boyax bikin namzetin.” 
 
Tekane rojeva Baroya Stenbolê hilbijartin e. Baroya Stenbolê di navbera 20-21’ê cotmehê de li Navenda Kongreya Halîçê kongreya xwe li dar bixe û heta niha 10 namzet hene. Namzeta Koma Parêzerên Demokratên Azadîxwaz (ODAV) Parêzer Eren Keskîn e û têkoşîna xwe ya parastina mafê mirovan tê nasîn. 
 
Keskîn der barê hilbijartin û namzetiya xwe de axivî û diyar kir ew li ser daxwaza hevalên xwe yên ciwan bûye namzet û namzetiyê jî wek peywîrekê qebûl kiriye. Keskîn anî ziman ku ji ew bêtir di qada mafê mirovan de cih bigire bûye namzet û got: “Li qada demokrasî, mafê mirovan, aştiyê gellek binpêkirinên mafan pêk tê. Di pêvajoyek wiha binpêkirina mafan de pêdiviya me hin bêtir bi piştevanî û yekîtiyê heye.” 
 
DI ODAV’Ê DE BÎRDOZIYA FERMÎ NÎNE 
 
Keskîn got ew mafdar in û wiha dewam kir: “Her tim em mafdar in. Me her tim mafê mirovan û demokrasiyê parast. Em ne ew kesên bîrdoziya fermî difikirin. Bi rastî jî em dixwazin her kes li gorî fikir, nasname û baweriya xwe azad îfade bikin. Em hiqûqek wiha dixwazin. Ji bo em mafdarin ez nêrîna xwe nikarim biguherînim, lê divê qanûna bên guhertin. Ez kesek ku ji bilî çeka polîsan min nedîtiye lê ez bi îdiaya ‘endama rêxistina çekdar’ têm darizandin. Ev bi tu hiqûqê nayê ravekirin. Ji bo baweriya min bi mafdariya me tê û ji bo li hemû qadên azadiya raman û xwe îfadekirinê guhertinan pêk bînin namzeta boroyê me.” 
 
'JI BO EM BAROYÊ BI RENGÊ XEMRÎ BOYAX BIKIN’ 
 
Keskîn da zanîn ku ji 10 namzetan 2 namzet jin in û got: “Ev jî dide xûyakirin ku hêj jin li qada civakî û siyasetê cih nagirin. Lê lîsteya me berevajî vê yekê ye. Ji lîsteya me ya rêveberiya 10 kesî 7 jê jin in. Lîsteya me bi giranî ji jinan pêk tê. Li cihê jin lê zêde bin li wir bêtir têkoşîna aştî, mafê mirovan û jinan heye. Ji bo em baroyê bi rengê xemrî boyax bikin namzet in. Em dixwazin baroyê demokratiktir bikin.” 
 
'EDALET Û TIRS LI KÊLEKA HEV NABE’ 
 
Keskîn destnîşan kir ku ew ê bi slogana “Ji bo edlaet û azadiyê em li cem hev in” dê biçin hilbijartinê û wiha got: “Herî zêde di vê pêvajoyê de pêdivî bi edaletê heye. Me jî xwest em di vê pêvajoyê de bibin namzet. Me di danişînan de naxwazin. Em nikarin xwe bigîhinin dadger û dozgeran. Halbukî em aliyekî darazê ne. Hema bêje dixwazin hemû deriyên edliyeyê li me bigirin. Ji bo dosyeyek ku em biçin cem dozgerekî, neçarin destûrê bixwazin. Heke destûr bidin em diçin hundir. Berê ne wiha bû. Tirsek mezin li ser darazê heye. Çimkî dadger û darazên di rojekê de ji kar hatin girtin hene. Her çiqas dadger û dozger dizanibin biryarên didin şaş in jî lê nikarin biryarek cuda bidin. Çimkî ditirsin. Edalet û tirs li kêleka hev nabe. Li cihê ku tirs hebe edalet pêk nayê. Ji ber vê yekê jî em edaletê derdixin pêş. Ji bo edalet û azadiyê em mafê parastinê qet bernedin. Parêzerî teşeyê jiyana me ye. Em ji pîşeya xwe gellek hez dikin. Em dizanin ku em wek dadger û dozgerek xwedî hemû mafan e. Em ê vê yekê jî pêk bînin.” 
 
'JI BO BAROYEK DEMOKRATÎK Û WEKHEV’ 
 
Keskîn anî ziman ku ew ê baroyê di her warî de demokratiktir bikin û got: “Em ê bikin her nasname dikaribe xwe azad îfade bike. Ji bo kes pev neçe û ji her nasnameyê rêz bê girtin em ê li cem hev bin. Em ê baroyek ku her tim li cem hev bin ava bikin. Makeqanûn hilberîna darbeyê ye. Ji bo guhertina makeqanûnê em ê bi israr bin. Em ê di warê hiqûq peymana navnetewî de ku pêk bê xebatan bikin. Di serî de em dixwazin jin û LGBTÎ û hemû kesên tune tên hesibandin ji bo rêveberiya baroyek demokratîk û wekhev me destek bike.” 
 
MA / Yasîn Kobulan - Sadik Topaloglu

Sernavên din

14:56 HDP’ê yekem namzetê xwe diyar kir: Ayhan Bîlgen namezeyê Qersê ye
14:55 Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Marmara ava kirin
14:36 Cezayê girtîgehê yê Fîgen Yuksekdag hat erêkirin
14:19 Rizgar Denîz li Mexmûrê hat bi bîranîn
14:03 Tora avê ya 6 meh berê li Cizîrê raxistibûn teqiya: 5 xanî hatin valakirin
13:57 KCD: Divê berpirsên komkujiyê bên darizandin
13:53 Fîncanci: Em mafdar in ji ber wê emê bi ser bikevin
13:43 Temellî: Em deng bidin qîrîna li girtîgehan
13:23 Parlementerên HDP’ê: Emê di 22’yê Kanûnê de li Mereşê bin
13:16 Li Wêranşarê bi şika şewba çûkan 200 mirîşk kuştin
12:55 Li bendêye 35 kesan sewqî edliyê bikin
12:44 Girtiyên di greva birçîbûnê de her roj dikevin ber lêpirsînê
12:40 ‘Ne 40 sal, 80 sal jî derbas bibin êşa Mereşê kêm nabe’
11:52 Li Dersîmê xemla zivistanê
11:24 Li Xarpêtê 9 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne
11:20 ÇGD: Ger tiştek bê serê Portakal dê berpirsiyarî mezin be
10:17 Hevseroka MSD’ê Umer: Tirkiye bêyî destûra DYA’yê nikare êrîş bike
10:06 ‘Çawa HADEP'ê qezenç kir dê HDP jî qezenç bike'
09:47 Mexdûrê 19’ê Kanûnê: Divê her kes piştevaniya grevên birçîbûnê bike
09:16 'Divê meaşê kêmtirîn herî kêm 2 hezar û 800 lîre be'
09:08 Derhênerên sînemayê: Gel doza Sînemaya Yilmaz Guney dike
09:07 Siyasetmedar: Ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê tecrîd rabe
09:06 'Ji ber 7 lîre bi min re tune bû min nikaribû derman bikire'
09:05 OSO çû, aramî hat her du Serêkaniyan
09:05 ATK: Kûrkût bi guleya li erdê ket û pengizî hatiye kuştin
09:04 Aslan ê ji Girtîgeha Manîsayê derket: Zext û zorî dewam dikin
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2018'AN
18/12/2018
17:10 Sendîka û odeyên pîşeyî ji bo mîtîngê bang kirin
16:17 Dadgehê salek û 8 meh ceza li rojnameger Gunduz birî
15:39 Temellî: Kengî hilbijartin nêzîk bibe îktîdar bi xwîna kurdan dikevin hilbijartinê
14:55 Ozsoy: AKP ji xwe re li pozîsyona operasyonê digere
14:40 HDP'ê ji bo penaberan ji meclisê xwest lêkolin bikin
13:14 ÎSÎG: Heri kêm 108 karkerên penaberên koçber jiyana xwe ji dest dan
13:04 Girtiyê ku nexwest bi maşîna Ringê biçe nexweşxaneyê nayê dermankirin
12:46 Gelek xwendekar li Dersîmê hatin binçavkirin
12:32 22 sal in awaza Eyşe Şana bê tac û bê text zindî olan dide
11:41 Gultan Kişanak jî li dijî tecrîdê ket grevê: Em nikarin bêdeng bimînin
11:12 Civaknazê Êzidî: Êrîşên li dijî şengalê berdewama komkujiya 73'emîn e
10:11 Hevşaredarê Tozanê hat binçavkirin
10:01 Aydenîz: Di hilbijartinê de dixwazin şer bikin propaganda xwe
09:24 Kaçmaz: Li Şirnexê 4-5 hezarên din jî tên qeydkirin
09:24 Şahidê 'Operasyona Vegera Li Jiyanê': Wê grevên birçîbûnê belav bibin
09:23 Krîzê bandor li yemenîvaniyê jî kir
09:21 Dozger 'gazîkirina alîgirên partiyê' wekî 'dadgeha gel' nirxand
09:21 Midûrê girtîgehê gef xwarin: 'Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin'
09:20 'Dewlet naxwaze komkujî bên aşkerekirin'
09:19 Rojnameya Evrenselê: Paşê em ê dîsa hejmara rûpelan zêde bikin
09:18 Îdîya 'Pêşmergeyên Roj li ser fermana Tirkiye ketin Bakurê Sûriye'
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2018'AN
17/12/2018
23:55 Rojnamevan Candemîr hat berdan