Yekîneya taybet li Girtîgeha Edeneyê girtî derb kirin

  • rojane
  • 09:55 12 Cotmeh 2018
  • |
img
ÎZMÎR - Yekîneya Taybet a Hêza Amade ku ji 20 kesan pêk tê, li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Edeneyê Fîkret Kara û Hakan Încî yên girtî derb kirin. Dayika Fîkret Kara Naime Kara, bang li cemaweriyê kir û xwest her kes hestiyar nêzîk bibin. 
 
Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Edeneyê Fikret Kara û Hakan Încî diyar kirin ku rastî lêdana 20 kesên Yekîneya Taybet a Hêzên Amade hatin. Dayika Fikret Kara Naime Kara, diyar kir ku girtî ewil rastî gefên gardiyanan hatin û piştre rastî lêdana gardiyanan hatin. Dayika Fikret Kara Naime Kara, diyar kir ku bi riya telefonê bi kurê xwe re axivî û kurê wê agahî daye wê ku rastî tundî û lêdana gardiyanan hatiye. Kara, anî ziman ku tundiya derûnî êdî derbasî tundiya fîzîkî bûye û wiha got: "Di 4'ê cotmehê de komek gardiyan li ber kawîşa kurê min û Hakan Încî kom bûn û ewil bi devkî gef xwarin û piştre derb kirin. Kurê min di salekê de 4  caran sirgûn bû. Herî dawî bi armanca ceza bikin şandin girtîgeha Edeneyê. Di kawîşa 3 kesan de 2 kes dimînin. Ewil pirtûk nedan, niha jî heqê sohbeta nava girtiyan daxistine 3 saetan. Hêdî silav dayîn jî li wan qedexe kirine. Hakan Încî ji bo silav daye cîranên xwe rastî ceza hatiye. Li girtigehê her dem pirsgirêk hene. Ceza di nava ceza de dide girtiyan. Gefên “Em dê we li pey xwe kaş bikin û bibin" li girtiyan dixwin. 
 
'KURÊ MIN JI 10 CIHAN DERB XWAR'
 
Kara, destnîşan kir ku piştî kurê wê Fîkret Kaya û Încî birin Hekimtiya Înfazê li ber kawîşê rastî lêdana gardiyanan hatine. Komek gartiyan li ser serê wan kom bûn û li wan xistin. Linç kirin û hiştin. Ne tenê niha her tim rastî gefan û tundiya fîzîkî tên. Li derve rastî tundiya hêzên çevîk tênk û li girtîgehê jî rastî tundiya gardiyanên Hêzên Amade tên. Kurê min ji 10 cihên cuda derb xwariye. Hakan Încî jî ji situ û serê xwe derb xwariye û birîndar bûye. Kurê min berê jî rastî 2 sal cezayê hevdîtina vekirî hatin û 2 salin min kurê xwe nedîtiye. Her dem mafê girtiyan tê binpêkirin. Ji ber ku ez wî nabînim pir bi fikar im. Pir bihêrs im. Sibê dikarin bêjin 'Serê xwe li dîwar xist û jiyana xwe ji dest da'. Ez pir bi fikar im." 
 
Dayika Hakan Încî Kader Încî jî anî ziman ku bi telefonê bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û kurê wê diyar kiriye ku koma ji 20 gartiyanên taybet pêk dihat bi copan êrîşî wan kiriye. 
 

Sernavên din

17:34 Şaredariya Sîlopî nûçe piştrast kir û parastina 'Mexdûriyetê' kir
17:13 Osman: Pêwiste Kongreya Neteweya Kurdistan pêk bê
16:41 Oluç: Hilbijartin di heman demê de referanduma hiqûq û demokrasiyê ye
16:03 Partiya Pêşerojê ya Sûriye: Em Sûriyeke demokratîk dixwazin
14:44 Rojnameger Kartal hat girtin
13:13 Karkerên 27 rojin kar berdane: Em bi piştgiriyê bêtir xurt dibin
12:54 Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê: Di koordînatên girtekan de hestiyên winayan hat dîtin
12:44 Temellî bersiv da Erdogan: Em ê di hilbijartinê de mîna Amedsporê bi ser bikevin
10:26 Bi 'Henekî' gule berda serî û kuşt
10:15 Çelebî ku 22 salin girtî ye 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwestin
09:56 Encama fermî ya hilbijartina Herêma Federe ya Kurdistanê aşkere bû
09:14 Li odeyeke 3 metreyî li aqûbeta xizmên xwe digerin
09:13 Saleke Serfermandariyê bersiv nedaye
09:11 Parêzerê hat berdan: Parastin bi êrîşan re rûbirû ye
09:09 Berdevkê Komîteya Krîzê: Rewşa Tirkiyeyê ji ya Arjantînê jî xirabtir e
09:08 Akademîsyenên îxrac bûn, ji bo zarokan şahiyê li dar dixin
09:04 Nexweşîna Arîna 15 mehî girantir dibe
09:03 'Helwesta Bekir Kaya wê muxalefeta civakî xurtir bike'
09:01 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2018'AN
08:06 Karkerê ji qadê 10 ket jiyana xwe ji dest da
20/10/2018
20:27 Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
20:19 Li Desteya Giştî ya Enqereyê bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê
19:55 Tedawiya girtiyê nexweş Salîh Gun bi derengî tê xistin
18:38 Rojên Wêjeya Berawirdiyê bi çalakiyên cur bi cur didome
17:29 Erdogan bêyî behsa HDP’ê bike deng ji Amediyan xwest
17:28 Parlamenterê HDP’ê û aborînas Katircioglu: Em dikevin krîzek kûr
16:51 Parêzara Ocalan: Divê li dijî tecrîtê em xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin
16:44 Namzeta ODAV'ê Keskîn: Em ne esker em hiqûqnas in
15:38 ‘Girtiya nexweş Sîsê Bîngol berdin'
15:37 ÎHD: Girtiyê nexweş Aksû serbest berdin
14:52 Turkdogan: Hewl didin mirovan winda bikin
14:43 Ji girtiyê nexweş Atli re azadî xwestin
14:37 Pervîn Bûldan: Demokrasî bêyî jinê pêş nakeve
14:11 Diwarê atolyeya tekstîlê hilweşiya: 2 karker mirin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosun û Aydemîr pirsîn
12:59 Lijneya Giştî ya Baroya Stenbol bi çalakiyê dest pê kir
12:26 Doz li rêveberên Amedsporê vekirin
11:58 Temellî: Çareserî demokrasiya radîkal e
Turk: Berî her tiştî divê em yekîtiyê xurt bikin
11:50 Wênegir Ara Guler tê oxirkirin
11:31 Şêniyên Amedê: Heke gel ji qeyûman kêfxweş be lê ev tirs çi ye?
11:01 Îfadeya şahidê doza Safiturk: Erê, Na!
10:38 Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome
10:30 Li Wanê di ‘Roja Muxtaran’ de 16 muxtar ji kar hatin avêtin
10:11 Karkerên jin ên rastî dijwariya krîzê tên: Ev ne edalet e
10:00 Ji bo Erdogan ketina Sûrê qedexe kirin
09:51 Miduriyeta Perwerdehiyê ji bo hatina Erdogan seferber bû
09:39 Girtiyê nexweşiya Wernicke Korsakoffê nayê berdan
09:20 Li Hezoyê 9 keya ji peywîrê hatin girtin
09:19 ‘Divê hemû kesên xwedî wijdan piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê'
09:18 Girtiya hat sewqkirin: Di rê de em hatin derbkirin