‘Qeyûm şaredariya gel veguherand şaredariya rantê’

  • rojane
  • 09:51 12 Cotmeh 2018
  • |
img
RIHA - Wêranşariyan, diyar kirin ku qeyûm şaredariya gel, veguherand şaredariya rantê û got: “Bajar veguheriya halê xwe yê berî 19 salan. Em şaredariyê weke vîna xwe nabînin û em ê ji qeyûm bigirin.”
 
Bertekên li dijî gotinên Serokê Giştî yê APK û Serokkomar Tayyîp Erdogan a “Emê dîsan qeyûm tayîn bikin” mezin dibin. Wêranşariyên navçeya Rihayê jî bertek nîşanî Erdogan ê qeyûm tayîna şaredariya wan kir dan 
 
Welatiyê Wêranşarê Sefer Taş, diyar kir ku  ligel hemû êrîşan jî Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) di sala 1999’î şaredartî qezenc kir û wiha axivî: “Ji wê rojê û vir ve dewletê tu xizmet ji bo bajarê me nekiriye. Navçeya me weke kavilan bû. Binesaziya wê ya avê, rê û ceyranê tunebû. Ji ber vê yekê mirovên me tim nexweş diketin. Piştî9 HADEP’ê şaredarî qezenc kir, çara yekîn av anî bajêr. Dûre rê û binesaziya abajêr ava kir.
 
‘TIM XIZMET KIR’
 
Taş, anî ziman ku dinava 5 salan de navçeya wan hat xweşkirin û wiha got: “Partiyên pergalê û dewletê tiştên nekarin bi salan bikin, HADEP’ê dinava 5 salan de kirin. Çi pirsgirêkên gel hebûn, hatin çareser kirin. Piştî HADEP’ê partiyên siyasî yên Kurd ên li navçeyê şaredartî qezenc kirin jî, bi xizmetên xwe tim bi gel re bûn. Ji ber vê tim rastî êrîş û zextan hatin. Gelek xebatkarên şaredariyê hatin girtin. Serokê şaredariyê bi dehan car hat binçavkirin. Lê tu carî gav paşve ne avêt û tim xizmet kir.”  
 
‘QEYÛM XIZMET DAXIST ASTA HERÎ JÊR’
 
Taş, da zanîn piştî qeyûm hat tayînkirin, navçe veguherî halê xwe yê salên 1999’an û wiha bilêv kir: “Bi polîtîkayên qeyûman hemû destkeftîyên gel tune kirin. Di nava du salan de, navçe veguherî şantiyek qerase. Rê hemû xerab bûne. Li şûna şaredariya gel, şaredariya rantê anîn. Bi dehan xebatkar ji kar avêtin. Qeyûm şaredarî kiriye  cihê ranta endam û alîgirin AKP’ê. Hemû projeyên DBP’ê yên di nivîde mabûn dizin û li ser van xwe bi rêve birin. Di şaredariyê êdî mûxatap tuneye. Gel êdî nikare bikeve şaredariyê. Bi qeyûm re xizmeta li bajêr tune bû û 16 sal paşvebûn çêbû. Qeyûm bi çavê dijminantiyê li gel mêze dike. Bi artêşa muhafizekarên xwe ve dikeve nava gel. Gel hemû jê direvin û naxwazin wî bibînin.”
 
‘EMÊ DÎSAN QEZENC BIKIN’
 
Welatî Ahmet Înan jî, destnîşan kir ku qeyûm bi vîna wan nehatiye hilbijartin û wiha bilêv kir: “Ji ber ku AKP’ê nekarî şaredariyan qezenc bike, qeyûm tayîn kir. Ji ber vê em qeyûm weke rêveberiya navçeyê nabînin û qebûl nakin. Vîna gel dizin û şaredariyên gel xesp kirin. Hilbijartin nêz dibin. Ligel hemû êrîş û zordariyan jî emê dîsan şaredariyên xwe ji wan bistînin û qezenc bikin.”

Sernavên din

16:39 Ferman ji jor hat Kanbal nekirin şaredariyê!
16:24 Li banakayên cemaweriyê AKP'î hatin ser kar
16:12 Girtiyên li Gebzê rakirin nexweşxanê: Me bi ser xist
15:44 Dayikên Aştiyê: Em ê ne canan nefretan bin ax bikin
15:41 Li Xelfetî dema binçavkirina 8 kes dirêj kirin
14:52 Hevşaredarên Êlihê xebatên xwe vegotin
14:37 Dayikên Şemiyê di salvegera 24'emîn de qûrnefîl danin Qada Galatasarayê
14:26 Li Xarpêtê, girtî dê di girtîgehê de bên tedawî kirin
14:24 Olûç: HDP ne partiyeke ku bazarên erzan bike ye
14:15 4 kesên di grev birçîbûnê de, ji bo kontrole dîsan anîn nexweşxanê
13:51 Tuncel û Irmak paşve birin girtîgehê
13:47 Ciwanê ku ket Çemê Donemeçê winda bû
13:42 Îdîaya dozger: Di çarçoveya daxwazên girtiyan de, girtî nebirin nexweşxanê
13:32 Bêyî ku mudaxaleya tibî bikin wan careke din birin kogûşan
13:20 Girtî tedawiyên ne li gorî protokola grevên birçûbûnê qebûl nakin
13:12 Cenazeyê Evîna ku ketibû bendavê hat dîtin
12:44 Davûtoglûyê ku digot 'Min fermana wan operasyonan da' tê Amedê
12:33 Ji 221 girtiyan tenê 21 girtî rakirin nexweşanê
12:02 Di şewata li Kadikoyê rû da de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Li Îdirê teqîn: Berbazek bi giranî birîndar bû
11:40 Li bendêye ku di danişîna Ataman ê 3 salin girtiye de mutale bê xwestin
11:11 ‘Biryardariya zarokên me û têkoşîna dayikan ev encam bi dest xist’
11:11 Girtiyên Girtîgeha Bakirkoyê nayên sewqkirin
10:16 Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de derbe li partiyên kevneşop ket
10:07 Sewqên girtiyên di greva birçîbûnê de yên nexweşxaneyan dewam dikin
09:38 Akin: Gel carek din bal kişand ser Îmraliyê
09:07 Midûrê qeyûm pereşûtên şaredariyê bi xwe re birin
09:06 Li Xelfetî şopên pevçûn û îşkenceyê li şûna xwe dimînin
09:05 'Ji tecrîda 8 salan aştî û demokrastî derket holê’
09:04 ‘Divê em daxwaza xwe ya edaleta rast li ser Nevîn bixin rojevê’
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2019'AN
26/05/2019
19:08 Girtiyên greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin radikin nexweşxaneyan
18:10 Li Xerpêtê girtiyan sewqî nexweşxanê nakin
17:39 Girtiyan bi berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn
17:17 13 girtiyên li Kiriklarê rakirin nexweşxanê
17:10 Li Amedê 10 girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de rakirin nexweşxanê
16:48 HDP’ê ji bo şopandina tedawiya grevên birçîbûn Maseya Koordînasyona Giştî ava kir
16:32 Girtiyên li Bûrsa dê sibe rakin nexweşxanê
16:32 Buldan: Em soz didin Ocalan em ê bi hevre aştiyê bînin
16:14 Çalagerên li Strasbûrg jî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
16:04 5 çalakgerên greva birçîbûnê li malên xwe domandin, rakirin nexweşxanê
15:41 Dayikên li Gebzeyê têkoşiyan: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê bidomînin
15:40 Girtiyên li Bandirma bi hinceta ‘betlanê’ ranekirin nexweşxanê
15:26 HDP: Biryardariya mezin da qezenc kirin
15:05 Leyla Guven rakirin nexweşxanê
14:58 Prof. Dr. Fîncanci: Me masa krîzê ava kir
14:47 Hesass ê di greva birçîbûnê de: Têkoşîna me dê dewam dike
14:30 Ozdemîr: Heta Ocalan azad bibe têbikoşina me wê bidome
14:19 Dayikên li Enqerê: Bijî berxwedana zindanan
14:15 Sedat Akin ê di grevê de rakirin nexweşxaneyê