Kesê di binçavan de birin daristanekê îşkencekirin

  • rojane
  • 09:17 12 Cotmeh 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Hat îdiakirin ku Yîgît Usteyê 18 salî ku li Torbaliya Îzmîrê hatiye binçavkirin û paşê hat girtin, berî ku wî bibin emniyetê wî birine daristanekê û li wir 6 saetan hatiye îşkencekirin û sîxurtî lê hatiye ferzkirin. Malbat dê polîsan gilî bike. 

Polîsan di 5'ê Cotmehê de li Taxa Asarlik a navçeya Menemen a Îzmîrê avêt ser malan. Lê di avêtina ser malan de ji ber ku Yîgît Uste yê 18 salî ne li mal bû, polîsan di 7'ê Cotmehê de li navçeya Torbaliyê ew binçavkirin. Piştî binçavkirinê rojek şûnde Yîgît bi îdiayên "fealiyetên li ser navê rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hat girtin. Lê belê hat îdiakirin ku dema Uste hat binçavkirin wî birine daristanekê û li wir 6 saetan hatiye îşkencekirin. Uste, tiştên hatin serê wî ji parêzerê xwe û malbata xwe re gotin. Bav Harbî Uste, diyar kir ku dema polîsan avêtiye ser mala wan heqaret li wan kiriye û çek spartine serê wî. 
 
Bav Uste, anî ziman ku dema wî bihîstiye kurê wî hatiye binçavkirin, ew li emniyetê geriyaye û jê re gotin "Kurê te ne li vira ye." Bav Uste got: "Emniyeta Torbaliyê ji me re got Yîgît ne li vira ye. Piştî 6 saetan şûnde hayê me jê çêbû ku kurê min li emniyetê ye. Dema parêzerê me çû bi Yîgît re hevdîtin çêkir, got serê wî û destên wî werimandîbûn."
 
SÎXURTÎ LÊ FERZKIRIN 
 
Bav Uste got kurê wî jê re gotiye: "Piştî min birin emniyeta Torbaliyê, bi wesayîteke sivîl çar kesên ser çavên wan girtî min birin. Min birin daristanekê. Li wir 6 saetan bi awayekî dijwar ez îşkence kirim. Destê min rewş bûne. Serê min werimiye. Sîxurtî li min ferz kirin. Polîsan ji min re got 'Tu yê bêjî ez endamê PKK'ê me, tu yê hin navan ji me re bibêjî. Ger tu bi me re bixebitî em ê alîkariya te bikin. Tu yê bêjî ez kadro me. Em ê te bi vî awayî bibin emniyetê. An jê em ê te nebin emniyet. Hela pantorê wî jê bikin.' Dema polîs pantorê min ji min dikir, rûpoşa xwe derxist û min ew nas kir. Min jê re got tu li Emniyeta Çankayayê dixebitî. Wî jî ji min re got 'Em te baş nas dikin. Em li ezman li te digeriyan lê me te li erdê dît.' Paşê di bêtêlê de ji wan re gotin wî bibin emniyetê. Paşê dîsa ser çavên min. Ji ber ku ser çavê min girtîbû, min nizanibû min dibin kuderê. Dema parêzerê min hat, wê çaxê hayê min jê çêbû ku li emniyetê me." 
 
RAPOR NEDANÊ 
 
Bav Uste, diyar kir ku hîn jî serê kurê wî werimandiye û destên wî reş in, lê belê dîsa jî rapor tenduristiyêê nedane wî. 
 
DÊ GILIYÊ POLÎSAN BIKE
 
Bav Uste bilêv kir ku ew ê li Dozgeriya Komarê giliyê polîsan bike û serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bide. 
 
Parêzer Zafer Încîn jî, diyar kir ku canê muwekîlê wê reş bibû û birina wî ya daristanê û îşeknecekirina wî serdemên cinayetên kiryar nediyar tîne bîra mirov. 
 
MA / Ruken Demir

Sernavên din

09:15 Çelîk: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva wan bidin
09:12 Ji bo HDP'iyan fezleke bi lez, lê ji bo AKP'iyan nayê amadekirin
09:10 Qeyûm projeya şaredariya DBP'ê wekî ya xwe nîşan da
09:08 Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin