STENBOL - Girtiyê nexweş Vefa Kartal 78 roj in di çalakiya rojiya mirinê de ye. Bira Ûmût Kartal xwest birayê wî bê tedawîkirin û darbesteke din jî ji girtîgehê dernekeve.
Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Tekirdagê, Vefa Kartal (42) ji ber nayê tedawîkirin û ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş 78 roj in di rojiya mirinê de ye. Kartal, ji 18'ê Îlona 2017'an ve di hucreya yekkesî de ye û nexweşîna dil pê re ye. Her wiha nexweşîna Hepatît B, fitqo, tansiyona zêde, nexweşîna gurçikan, ksît, hemoroît, ulser, reflu û hwd. jî lê peyda bûne.
Ûmût Kartal, briayê Vefa Kartalê ku 24 sal in di girtîgehê deye, bilêv kir ku ji ber birayê wî nayê tedawîkirin nexweşîna wî girnatir dibe û got: "Berê di Girtîgeha Kiriklarê de bû. Li wir jî tedawiya wî bi awayekî kêfî dihat astengkirin. Lopên di mejiyêw îd e mezin dibin. Berê emara wî hatibû kişandin. Lê ev raporên emarê bi zanebûnî hatine windakirin. Ji nû ve randevû danê. Lê vê carê jî bi awayekî kêfî ew nebirine nexweşxaneyê. Ji bo tedawiyê daxwazname ji Wezareta Dadê re şandiye. Lê jê re gotine îfadeya te heye û ew birine Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê. Jê pirsîne 'ev daxwazname ê te ne?' Dema gotiye 'belê', daxwazname qetandine. Piştî vê hevdîtinê ew şandin Girtîgeha Tekirdagê."
Kartal, bilêv kir ku kekê wî di 18'ê Îlona 2017'an de sewqî Girtşgeha Tekirdagê hatiye kirin û di dema sewqkirinê de destûr nedanê ku amûrên xwe jî bi xwe re bibe.
GOT 'EZ Ê BI SERBILINDÎ BIMIRIM'
Kartalî diyar kir ku herî dawî wî û birayê xwe di 12'ê Îlonê de bi telefonê bi hev re xeberdane û got: "Dema min û wî xeber da got 'êdî ne li benda tiştekî me jî. Ez ê bi serbilindî bimirim.' Duh em dîsa lê geriyan, lê belê gotin ji ber ku nikare bi rê ve biçe, me nikaribû hevdîtinê pê re çêbike. Me xwest em li girtîgehê serdana wî bikin. Lêd estûr nedan. Tenê destûr ji bo hevdîtina girtî heye. Lê ew nikare were hevdîtinne girtî."
‘SALEKE DI HUCREYA YEKKESÎ DE YE'
Kartal, diyar kir ku kekê wî saleke bi tena serê xwe di hucreya yekkesî de ye û ji bo alîkariyê kes li cem wî tune ye. Kartalî destnîşan kir ku heta neyê tedawîkirin dê çalakiya wî ya rojiya mirinê dewam bike û got: "Bi tu awayî mudaxilekirinê qebûl anke. Jixwe di rewşeke wisa de îhtimala seqet bimîne jî heye. Me bi rêveberiya girtîgehê re xeber da got 'bila dev ji rojiya mirinê berde, kuderê bixwaze em ê wî sewqî wir bikin.' Em sewqê naxwazin, em tedawiya wî dixwazin."
Her wiha Kartal, bilêv kir ku kekê wî bi vê çalakiyê xwestiye bal bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û ji ber vê ev çalakiya wî ne çalakiyeke şexsî ye.
‘DIVÊ JI GIRTÎGEHÊ DARBESTEKE DIN JÎ DERNEKEVE'
Kartal bang li raya giştî kir û got: "Divê darbesteke din jî ji girtîgehê dernekeve."
MA / Melike Ceyhan