NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li bajarên Zurîch û Baselê yên Swîsreyê kongreyên xwe pêk anîn û rêveberiyên xwe yên nû hilbijartin.
Li lokala EKM'ê ya li Zurîchê bi tevlîbûna delege û mêvanan HDK'ê 2'yemîn Kongreyên xwe pêk anî. Kongre bi rêzgirtinê destpê kir. Piştî xwendin û nirxandina raporên serdemê meclîsa HDK'ê ya ji 23 kesan pêk tê hat hilbijartin.
Di hilbijartinê de Meral Çinar û Kerîm Îşbîlîr weke hevserokên HDK'ê yên Zurîchê hatin bijartin.
BASEL
Li Baselê jî li Lokala Beksamê kongre pêk hat û hevberdevkê HDK’ê yê Swîsrê Hakan Gungen di derbarê rojeva siyasî de pêvajo nirxand.
Gungen di axaftina xwe de got: "Em ê weke HDK’ê, li hemberî faşîzma ku li Tirkiye û Kurdistanê tê sazkirin, li hemberî şer û dagirkeriya emperyalîst a li Rojhilata Navîn tê meşandin, li hemberî tevahiya neheqiyên li penaberên Ewropayê di warê siyasî, sosyal, aborî û jiyana civakî de tên meşandin têbikoşin."
Piştî xwendina rapora malî û xebatê ya demê hat xwendin û nirxandin, meclîsa ji 24 kesan pêk tê hat sazkirin.
Di hilbijartinê de Gulderen Sevîm û Gazî Yildirim weke hevserok hatin hilbijartin.