ŞIRNEX – Alîkarê Waliyê Şirnexê Adem Ergul, ê ji ber têkiliya wî bi “Cemaeta Gulen” re heye ji kar hatibûn dûrxistin, li Dîlokê hat girtin.
Alîkarê Waliyê Şirnexê Adem Ergul ê ji ber têkiliya wî bi “Cemaeta Gulen” re heye di 8’ê Tebaxê de, ji kar hatibû dûrxistin, hat girtin. Ergul ê li Dîlokê hat binçavkirin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê dayî destpêkirin de, sewqî dadgehê hat kirin û bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin.
Hat diyar kirin ku Bylock di telefona Ergul de hatiye dîtin.