EFRÎN – Hate ragihandin ku hin malbatên ji Xutayê anîn li Efrînê bi cih kirin, xwestin ji Efrînê derkevin. Lê malbatên xwestin derkevin rastî êrîşa koma Firqet El-Hemzet hatin. Hat zanîn ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene.
Piştî Tirkiye bi hevkariya OSO û TSK'ê ket Efrînê û gelê Efrînê vala kir, gelek malbat ji derve anîn û li Efrînê bi cih kirin. Malbatên ku ji Xûtayê anîn li gund, navçe û bajarê Efrînê bicihkirin xwestin derkevin. Li gor agahiyan ji ber kiryarên komên çekdar û pêvçûnên navxweyî, sivîl dibin qurbanî û malbatên Xutayî dixwazin ji Efrînê derbikevin lê rastî êrîşên çeteyan tên. Li gor agahiyên çavkaniyekî ji heremê ragihand, dema ku du malbatên Xûtayî alavên xwe kom dikirin û dixwestin ji Efrînê derkevin û vegerin Xutayê, rastî êrîşa koma Firqet El-Hemzet hatin. Hat destnîşankirin ku sedema êrîşê û astengkirina çûyina malbatan ew e ku herêma hatiye dagirkirin naxwazin vala bibe. Hat diyarkirin ku yek ji van malbatan ku zarokên wan endamên komên din bûn, bi çek bersiva koma El Hemzet dan û pêvçûn qewimî. Hat zanîn ku di pêvçûnê de ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene, lê di hêla hejmarê de agahiyek zelal nehat bidestxistin.
Li gor agahiyên çavkaniyê, ne cara yekemîne ku komên çekdar derketina malbatan asteng dikin û pêvçûn dijîn e. Çavkanî, ragihand ku ev daxwaza derketina malbatên Xutayî û malbatên çeteyên ji Xutayê hatine; sedema wê hem nakokî û pêvçûnê di nava komên çekdar de û sivîl qurbanî dibin, hem çalakiyên YPG-YPJ ya li ser koman zêde dibin û hem jî operasyona hêzên rejîma Suriyê ya Idlibê ku ew jî bi xwe re fikara, Efrîn bikeve destê rejîmê ye.