Rapora Girtîgeha Tarsûsê: Jiyana girtiyên nexweş dijwar bûye

Parve bike:
 
MÊRSÎN – Di rapora Çile û Hezîrana 2026'an a der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kampus a Tarsûsê de ji aliyê ÎHD, OHD û TUHAY-DER'ê ve hat amadekirin de, wiha hat gotin: "Jiyana girtiyên nexweş dijwar bûye, şert û mercên dermankirinê yên girtiyên nexweşînên wan ê kronîk hene nayên başkirin û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin." 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran (TÛHAY-DER) a Çûkûrovayê, rapora xwe ya meha Çila-Hezîrana 2026'an a li ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kampus a Tarsûsê parve kirin. Rapor li avahiya Şaxa ÎHD a Mêrsînê hat parvekirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD a Mêrsînê Nurgül Elverenê hûrguliyên raporê ragihandin. 
 
Hat ragihandin ku li Girtîgeha Kampus a Tarsûsê berdana L.K. , B.K. , K.E. , S.F. , H.A. , A.T. , İ.A. û A.Z. ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi awayekî neheq bi cezayên dîsîplînê 6 mehan hatiye taloqkirin. Hat destnîşankirin ku girtiyan ragihandiye ku ew bi îşkence û muameleya xirab re rû bi rû ne, mafên wan ê tenduristiyê tê binpêkirin, mafê wan ê pêwendîdanînê tê sînordarkirin û bikaranîna mafê gilîkirinê bi gefxwarinê û cezayên dîsîplînê tê astengkirin. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku lêgerîna li hundirê dev, muayeneya bi awayekî kelemçekirî û bi taybetî li girtiyên jin ferzkirina muayeneya li cem hêzên ewlehiyê didomin û hat gotin ku jiyana girtiyên nexweş dijwar bûye. 
 
Her wiha hat destnîşankirin ku xwarin baş nayê dayîn û fiyetên tiştên li kantînê biha ne û gardiyan guh nadin pîvanên paqijiyê. 
 
Di raporê de hat diyarkirin nameyên Kurdî yên ji girtiyan re tên jî nayên dayîn û ligel vê wergirtina pirtûk, kovar û rojnameyan jî hatiye sînordarkirin.