Donimek eraziyê li Hewselê ji bo 3 nifşan bûye çavkaniya debarê

Parve bike:
AMED - Mamosteyê teqawidbûyî Îdayet Dûyan ku li Baxçeyên Hewselê li nav donimek erdê ji bavê wî ji wî re maye erûkan datîne got: "Min zarokên xwe jî bi dahat ji vî baxçeyê da xwendin. Ev der her tim ji bo me bûye piştgir." 
 
Îdayet Dûyan ê ku demeke dirêj mamostetî kiriye, piştî meaşê wî têr nekiriye berê xwe daye Baxçeyên Hewselê. Îdayet Dûyan (64) bilêv kir ku ji ber ku çandiniyê dike û dahatekê bi dest dixe kêfxweş e. 
 
Dûyan anî ziman ku nêzî 10 sal berê teqawid bûye û got ku piştî vê li eraziyê ku ji malbata wî mayte dest bi çandina darên erûkan kiriye. Dûyan bilêv kir ku nêzî 5 sal in debara xwe bi vî baxçeyî dike û got ku îsal berdar bûye. 
 
Dûyan destnîşan kir ku hilberînerê xwecihê zehmetiyê dikişîne û ji ber vê kêm bûne û got ku gel jî radestî fîrmayên mezin bûye. Dûyan bang kir ku piştgiriya hilberînerên xwecihî bê kirin. Dûyan ku got "Min bi salan mirova gihandin, niha jî nebat û fêkiyan digihînim" bilêv kir ku ji 100 kîlo erûkan li dora 3 hezar TL pere bi dest wî dikeve. Dûyan anî ziman ku gel piştgiriyê nade hilberînerên xwecihî. 
 
Dûyan anî ziman ku axa Baxçeyên Hewselê berdar e û ava wê zêde ye û got ku ji ber vê gubre bi kar nayne. 
 
Dûyan destnîşan kir ku meaşê wî yê teawidbûyînê têr nake ji bo vê baxçe ji bo wî girîng e. Dûyan diyar kir ku baxçe ji bavê wî jê re maye û got: "Çavkaniya sereke ya debarê ya malbata  me ev der bû. Paşê min xwend û ez bûm mamoste. Min zarokên xwe jî bi dahata vî baxçeyî da xwendin."