Dadgeha Şamê cezayê darvekirinê li Beşar Esad birî
- Rojane
- |
- 11 Tebax 2026 12:26
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Ceza ya Şamê ji ber "sûcên şer" û "sûcên li dijî mirovahiyê" yên di dema şerê navxweyî de hat kirin, cezayê darvekirinê li Serokdewletê hilweşandî yê Sûriyeyê Beşdar Esad birî.
Dadgeha Ceza ya Şamê, ji ber sûcê şer û sûcên li dijî mirovahiyê cezayê darvekirinê li Serokdewletê hilweşandî yê Sûriyeyê Beşar Esad birî. Biryar di çarçoveya darizandinên destpêkê yên têkildarî payebilindên rêveberiya berê hat dayin.
Esad di Kanûna 2024'an de piştî ku Şamê ji dest da li gel malbata xwe reviyabû Rûsyayê. Ji ber ku Esad di rûniştinê de ne amade bû cezayê giyabî hate dayin.
Rêveberiya demkî ya li Sûriyeyê her wiha cezayê darvekirinê li Atif Necîb jî birî ku di dema Esad de berpirsyarê yekîneya ewlekariya siyasî ya li bajarê Derayê bû. Necîb di rûniştina biryarê de amade bû.