ÎZMÎR – Serlêdana îtîraza duyemîn a berdana ji bo rahîbê Amarîka Andrew Brunson a ku bû sedemên kûrkirina krîzên dîplomatîk hat redkirin.
Rahîbê Amerîka Andrew Brunson li Îzmîrê di hepsa malê de tê ragirtin. Parêzerê Brunson Îsmal Cem Halavurt ji bo biryara hepsa malê û qedexekirina derketina derveyî welat a miwekîlê wî bê rakirin cara duyemîn serî li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dabû. Dadgehê serlêdana parêzer Halavurt hat redkirin.
Parêzer dê biryara bibe dadgehek bilindtirin.
Ji bo Brunson rakirina biryara hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat berê jî ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin.