SEMSÛR - Li Semsûrê, mayîna li ser rê hatî danîn teqiya û 2 leşker birîndar bûn.
Li çoltera Kaşkoy a bajaroka Komur a navenda Semsûrê, di dema derbasbûna wesayîta leşkeran de mayîna li ser hatibûn danîn teqiya û 2 leşker birîndar bûn. Leşkerekê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Semsûrê û leşkerê din jî li ser piyan hat dermankirin.