ENQERE - Şaxa OHD’a Enqereyê, rapora xwe ya 6 mehan a têkildarî bipêkirinên li 13 girtîgehên Anatoliyaya Navîn aşkera kir û got: “Li gelek girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran tên kirin û divê mafên girtiyan bên misogerkirin.”
Şaxa Komeleya Mafen Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, rapora xwe ya 6 mehan a têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li 13 girtîgehên Anatoliyaya Navîn parve kir. Rapor, li avahiya şaxê bi daxuyaniyeke hate aşkerakirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Fatma Surucuyê da zanîn ku rapora xwe di encama hevdîtinên bi girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonê, Girtîgeha Tîpa T a Bolvadînê, Girtîgeha Tîpa L a Çorumê, Girtîgeha Tîpa T a Sungurluyê, Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Tîpa T a Yozgatê, Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê, Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê, Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, Girtîgeha îpa T a Karabukê, Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê, Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Sîncanê amade kirine.
Fatma Surucuyê da zanîn ku rapora wan 3 mehên dawî yên sala 2025’an û 3 mehên ewil ên sala 2026’an di nav xwe de dihewîne. Fatma Surucuyê got ku gelek girtiyên sepana “lêgerîna nava dev” red dikin naşînin nexweşxaneyan, girtiyên divê emeliyat bibin ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar tên hiştin û wiha domand: “Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ji bo karên MR, mamografî, kolonoskopî û hwd di navbera 8 meh heta salekê tên sekinandin, li Girtîgeha Tîpa T a Bolvadînê girtiyê bi navê Onder Korkmaz ev du sal in nekariye biçe cem bijîşkê çavan û nebûna bijîşkê çav weke hincet tê nîşandan. Her wiha sewqî ATK’ê hatiye kirin lê biryar hêj nehatiye dayin. Li hêla din gelek girtiyên nexweş jî sewqî ATK’ê nayên kirin.”
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
Bi domdarî Fatma Surucuyê bi lêv kir ku girtiyê nexweş Fevzî Adanir ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonê tê ragirtin, nexweşê tansiyona bilind û şîzofreniyeke giran e û wiha pê de çû: “Tevî ku gotiye divê anjiyo bibe jî daxwaza wî ya tehliyebûnê hate redkirin. Her wiha Îzzethan Aykut ê li heman girtîgehê tê ragirtin jî nexweşiya wî ya çerm, sih û cerg heye ku cergê wî li ber îflasê ye. Li hêla din bêhnkurtka wî ya kronîk û vertîgoya wî heye. Cemîl Îvrendî jî li Girtîgeha Tîpa S a Lirşehîrê tê ragirtin, nexweşê dil e û tehliyaya wî ya bişert gelek caran hate taloqkirin û dermanên pêwîst jê re nayên dayin. Orhan Çaçan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin jî demarên wî fireh bûne û nexweşê zerikê ye lê ji ber ferzkirina lêgerîna nava dev nebirine nexweşxaneyê. Suleyman Şeyîgît ê 70 salî jî li heman girtîgehê tê ragirtin, emeliyata prostatê bûye, çavê wî yê çepê baş nabîne û nikare di şert û mercên giran ên girtîgehê de bijî.”
Di berdewamê de Fatma Surucuyê anî ziman ku ji ber tedawiya Yucel Kaya ê li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin dereng hate kirin, ji sedî 90 êdî nabîne. Fatma Surucuyê, bi domdarî rewşa girtiyên nexweş ên mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin wiha rêz kir:
"*Yilmaz Çerçel ê li Girtîgeha Tîpa Ha Eskîşehîrê tê ragirtin astengdar e û pirsgirêkên wî yên psîkolojîk hene. Lê dîsa jî berdana wî ya bişert hatiye taloqkirin.
*Mehmet Tahir Avci li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin û ji sedî 40 astengdar e. Her wiha du caran krîza dil derb as kiriye, stent xistine du demarên wî û demareke wî hêj girtî ye. Li gel vê, her wiha nexweşiyên wî yên weke mîde, epîlepsî, zerik û hîpertansiyonê hene.
*Sabrî Yavuz, li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin û 74 salî ye. Nexweşiyên wî yên weke zerik, prostat, apandîsît û hwd hene. Got ku di dawiya meha Sibata 2025’an de xwîn ji devê wî hatiye, teşhîsa wî nehatiye kirin.
*Pinar Tîkît, li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Sîncanê tê ragirtin. Di mejiyê wê de tumro heye û xetereya ku felc bibe heye. Lê tevî vê jî tehliyeya wê bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê tê astengkirin.
*Selver Yildirim li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Sîncanê tê ragirtin û çavê wê yê rastê bi temamî nabîne. Çavê wê yê çepê jî êdî baş nabîne. Jê re tê gotin ku dermanên wê li Tirkiyeyê nînin û tedawiya wê nayê kirin.
* Kemal Ozelmali, li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin û nexweşiya wî ya Vernike Corsicovê heye û zehmetiyên giran dikişîne.”
GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN TEHLIYEYA WAN HATIYE ASTENGKIRIN
Bi domdarî Fatma Surucuyê da zanîn ku tehliyeyên girtiyên nexweş Cemîl Îvrendî, Pinar Tîkrît û Aydin Altig bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê tên astengkirin. Fatma Surucuyê got ku astengkirina tehliyeya girtiyên nexweş, binpêkirina mafê jiyanê û gefeke yekser a li dijî rûmeta mirovahiyê ye.
MIRINÊN BGIUMAN
Fatma Surucuyê diyar kir ku mirinên biguman en li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û wiha pê de çû: “Bi taybet jî li Girtıgeha Tîpa F a Kirikkaleyê di nava 3-4 mehan de nêzî 10 bûyerên întîharê qewimîn, girtiyekî bi navê A.T. jiyana xwe ji dest da û ev bûyer cihê gumanê ne. Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê gelek caran hewldanên întîharê çêdibin, di demekî nêz de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, girtiyên edlî bênavber zirarê didin xwe û di danê şevê de dengê girî û qêrînan tê. Ji ber tecrîda giran a li Girtîgeha tîpa S û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind, di girtiyan de ji hêla derûnî û ruhî ve hilweşîneke mezin çêdibe.”
HÎJYEN TÊ ASTENGKIRIN
Fatma Surucuyê, da zanîn ku li girtîgehan di mijara hîjyen, xurekên bitendurist û peydakirina ava paqij de pirsgirêk hene û ev agahî da: “Ev pirsgirêk, demekî dirêje li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê didome. Li heman girtîgehê ode bi bermahiyên înşaetê tije ne, amûrên hîjyenê nayên dayin û korîdor nayên paqijkirin. Li girtîgehên Bolvadîn, Tîpa S a Kirşehîrê û Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê jî xwarinên nebaş tên dayin, xwarin û vexwarin ne bitendurist in, av tên birîn û pirsgirêkên hîjyenê bi awayekî sîstematîk didomin. Li girtîgehan bihayê tiştên kantînê pir zêde ye, tiştên bêqelîte tên firotin, bikaranîna amûr û alavên plastîk tê ferzkirin û ev jî rê li ber pirsgirêkan vedike. Girtiyan got ku girtîgeh nayên paqijkirin, amûrên hîjyenê nayên dayin, ava paqij nayê dayin, derfeta şûştina betaniyeyan nayê dayin û ev betaniye rê li ber nexweşiyên çerm vedikin.”
FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ
Di berdewama axaftina xwe de Fatma Surucuyê da zanîn ku li girtîgehan sepana kelemçekirina destan a di dema tedawiyê de zêde ye, di dema sewqên nexweşxaneyê de girtî bi saetan di wesayîta rîngê de tên sekinandin, di dema muayeneyê de cendirme dikevin odeya bijîşkan û wiha got: “Li Girtıgeha Sungurluyê li girtiyekî hate ferzkirin ku xwe tazî bike û wisa lêgerînê li ser wî bikin. Ji ber ku ev sepan red kir, nebirin nexweşxaneyê. Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî girtî nêzî 7 saetan di rîngê de tên sekinandin. Bi vê raporê diyar e ku hem mafê tenduristiyê hem jî rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin.”
Fatma Surucuyê neberdana girtiyên nexweş weke “şerm” pênase kir û got binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li dijî pêvajoya heyî ne û xwest ev binpêkirin bi dawî bibin û girtiyên nexweş tavilê bêne berdan.
DAXWAZ
Fatma Surucuyê herî dawî ev daxwazên OHD’ê rêz kir:
"*Sepanên tecrîdê bi dawî bikin.
*Bila ronîkirin, germkirin, hewadarkirin û şertên bingehîn ne li gorî ewlehiyê li gorî insanetiyê bên sererastkirin.
*Divê alavên hîjyenê bêpere û birêkûpêk bên dayin. Divê pêwîstiyên tenduristiyê yên taybet ên girtiyên jin bên cîbicîkirin û mafê wan ê tedawiyê neyê astengkirin.
*Di serî de diyeta taybet, divê xwarinên hîjyenîk, têr û guncav ên hemû girtiyan bên dayin.
*Divê girtî bikarin xwe bigihînin ava paqij û pirsgirêka ava qirêjî bê çareserkirin.
*Bila girtiyan ne bi wesayîtên rîngê lê bi wesayîtên tenduristiyê bibin nexweşxaneyê û neyên sekinandin.
*Ji bo girtiyên rewşa wan a tenduristiyê neguncav tabiê krîterên ‘ewlehiya civakê’ nebin û înfaza wan bê taloqkirin.
*Bila nexweşxaneyên dewletê yên baş bikarin rapora ‘dikare/nikare di girtîgehê de bimîne’ bidin. Yên rewşa ne guncav bila tavilê bên berdan.
*Tehliyeyên girtiyên dema wan a berdana bişert hatiye bila bi biryarên keyfî yên lijneyan neyên astengkirin.
*Sepanên weke lêgerîna nava dev bila bên rakirin. Sewqên bi daxwaza tedawiyê bila bi keyfî neyên redkirin û vehêlandin.
*Bila girtî bêyî kelemçeyê û li gorî mehremiyetê bên tedawîkirin.
*Bila girtî bikarin li girtîgehê xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê.
*Bila li girtîgehan di asta tê xwestin de bijîşk, bijîşkên diranan, hemşîre, psîkolog û xebatkarên karên civakî bên peywirdarkirin.
*Bila înfaza girtiyên nexweş ên rewşa wan giran tavilê bên sekinandin.”