MYK’a DEM Partiyê bi rojeva ‘pêvajoyê’ civiya

Parve bike:

ENQERE - MYK’a DEM Partiyê bi rojeva Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên di rojevê de civiya. 

 
Lijneya Rêveberiya Navendî  (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navenda giştî bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya. Rojeva sereke ya MYK’ê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Di heman demê de meşên “Gavek ji bo aştiyê”, geşedanên siyasî, civakî û aborî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî dê bên nirxandin. 
 
Tê payin ku Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî civînê daxuyaniyê bide.