Behsa hevrêyê xwe Hakî Karer kir: Kesekî zana û şoreşger bû

Parve bike:

DÎLOK - Muslum Erîklî, hevrêyê xwe Hakî Karer vegot û ev tişt anî ziman: “Ji halê xizanan fêm dikir, kesayetekî zana bû û di navbera ziman û hebûna me de pirek bû.” 

Komên kontrgerîla yên bi pêşengtiya Alaattîn Kapan ve hate qetilkirin. Em, bi boneya salvegera qetilkirina Hakî Karer, bi hevalê wî yê têkoşînê Muslum Erîklî re axivîn. Muslum Erîklî, di destpêkê de behsa xebatên rêxistinkirinê yên Hakî Karer li taxên Yukari Bayir û Parka Kirkayakê yên Dîlokê vegot û îşaret bi têkiliyên Karer ên bi gel re. Erîklî, diyar kir ku Karer ne tenê ji hêla teorîk ve pêşeng bû lê di her qadên jiyanê de nirxên komunal di jiyana xwe de şênber kiribû û kesayetekî şoreşger bû. Erîklî, got: “Mimkûn nîne ku mirov heval Hakî pênase bike. Mirov çi bibêje jî kêm dimîne. Kesayetekî gelek fedakar, zîrek û jîr bû. Her ku dem derbas bû min Hakî heval nû keşf kir û min dît ku kesayetekî zana ye. Tu caran vala ne diaxivî û vala vala dengê xwe bilind nedikir. Biçûya kîjan malê mîna ferdekê wê malbatê tevdigeriya; firaq dişûşt, xwarina êvarê çêdikir. Di nava gel de bû û kesekî bi temamî ji gel bû.” 

 
Bi domdarî Erîklî behsa bîranîneke xwe ya di dema li taxên xizan ên Dîlokê xebat dimeşandin kir û got: “Li Yukari Bayirê maleke rêxistinê hebû. Rojekê hevalê Hakî xwarina şîvê çêkiribû. Çûbû cem qesab û jê re gotibû derfetên wan nînin û ji bo şorbê hinek tişt jê xwestibû. Gotibû ‘Dê hevalên me bixwin’ û hestiyê qesabî dabû bi çendek kartolan kelandibû. Tam di wê demê de ez ciwan û kesekî delodîn bûm. Min wê demê ji kurê malbateke dewlemend a ji Parka Kirkayakê 20 lîre ku wê demê pereyeke zêde bû deyn stand û min da Hakî. Min jê re got ‘bi vî pereyî nan bistîne.’ Nîv saet piştre vegeriyam taxê û min dît ku Hakî ew pereye daye cihekî din. Nebê hevalekî bi navê Nûman ê zarokên wî li malê birçî hebûn hatibû. Hakî jin min re got ‘Yaw Muslum em dikarin birçî razên lê Nûman hevalekî zewicî ye, li malê 5-6 zarokên wî hene, nikarin birçî razên.’ Em çûn me careke din pere dît, me nan kirî û bi wan kartolan xwar. Bawer bikin tehma wê xwarinê, tehma wê hevrêtiyê hêj di devê min de ye.” 
 
PIŞTPERDEYA QETLÎAMÊ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Erîklî behsa dema beriya qetilkirina Hakî Karer a di 18’ê Gulana 1977’an de kir û ev tişt vegot: “Ev qetlîam, komployeke aşkera bû. Endamê kontrgerîlayan Alaattîn Kapan, bi hinceta ‘nîqaşekê’ kêmîn danî. Me ev kêmîn hîs kiribû. Min Alaattîn Kapan pir ba nas dikir, sîxûrê dewletê bû. Rojekê hate cem hevalê me Mehmet Uzun û got; ‘Bila rêberê we were em bi hev re nîqaşeke teorîk bikin.’ Min jî tavilê baz da cem hevalê Hakî. Min jê re got; ‘Hakî, tu guh nede vî kesî, ji min bawer be. Teqez nekeve wê nîqaşê. Wilehî ev meseleye komplo ye. Li dijî te xefikê datînin.’ Min hişyar kir. Ez gelek ditirsiyam, min ji dil hîs kiribû. Lêbelê Hakî bi berpirsyartiyeke şoreşger a mezin got; ‘Heval, çi dibe bila bibe, min soz daye hevrêyan, divê biçim.’ Piştî vê gotina xwe bi lez û bez derket.”
 
Erîklî, da zanîn ku demekî kin piştî vê hevdîtinê li Parka Kirkayakê bi Hakî Karer û Mehmet Uzun re cara dawî hatiye cem hev û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî hemû xetereyan jî Hakî ji têkoşîna xwişk-biratiya gelan paşve gav neavêt. Mîrateya Hakî Karer ku ji Behra Reş hatibû xaka Kurdistanê û bû nemirek, hêj jî li kolanên Dîlokê zindî ye.” 
 
MA / Ekrem Tunçoglû