Serokê TSO’ya Cizîrê: Pêvajo bi qasî Cizîrê eqwas jî Çorumê eleqedar dike

Parve bike:
ŞIRNEX - Serokê TSO’ya Cizîrê Omer Faruk Yildirim ku tev li merasîma çekşewitandinê ya PKK’ê bûbû got: “Dewletê hêj gavên pêwîst ên şênber neavêtiye. Pêvajo biqasî Cizîrê, ewqas jî Çorum, Stenbol û Edîrneyê eleqedar dike. Divê xwedî lê derkevin.” 
 
Bi ser çekşewitandina PKK’ê re 10 meh derbas bûn lê heta niha jî Meclisa Tirkiyeyê di mijara avêtina gavan de bêdeng e. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (TSO) ya Cizîrê Omer Faruk Yildirim ku tev li merasîma çekşewitandinê ya PKK’ê bûbû, têkildarî pêvajoyê axivî. 
 
Yildirim, diyar kir ku ji serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê sermaye jî bandor bibe. Yildirim, anî ziman ku ketina meriyetê ya projeya aştî û xwişk-biratiyê dê bike ku sermaye jî dîsa li qadên biewle vegere û got: “Ev tê wê wateyê ku êşên hatine kişandin dubare nebin. Dê êdî rojeva komarê ne ewlehî lê bazirganî be. Ev jî dê bandorê li bazirganiya derve û hundir bike. Lêbelê pir hêdî gavan diavêjin.” 
 
STENBOL, ÇORUM Û EDÎRNEYÊ JÎ ELEQEDER DIKE 
 
Bi domdarî Yildirim anî ziman ku PKK’ê her gava diket para xwe avêtiye û wiha axivî: “Rêxistinê çek şewitand û em bûn şahid. Piştre jî xwe fesix kir. Divê êdî di çarçoveya pergala hiqûqê de hemû pêwîstiyên destûra bingehîn bên bicihanîn û gavên qanûnî û pêwîst bên avêtin. Serkeftina vê pêvajoyê dê bibe sedema başbûna aboriyê û zêdebûna îstîhdamê. Anku ev pêvajo biqasî Cizîrê, Çorum, Bursa, Stenbol û Edîrneyê jî eleqedar dike. Lewma divê hemû kes piştgiriyê bidin pêvajoyê. Divê odeyên bazirganî û pîşesaziyê jî ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de bin.” 
 
DERIYÊ SÎNOR Ê NISÊBÎN-QAMIŞLOYÊ
 
Di berdewamê de Yildirim îşaret bi Deriyê Sînor ê di navbera Nisêbîn-Qamişkoyê de kir û got: “Em dixwazin li Dêrikê jî deriyeke sînor vebe. Her wiha divê bêyî hincetek were nîşandan, Deriyê Sînor ê Nisêbînê bê vekirin. Ev yek dê ji bo pirsgirêkên bazirganiyê yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re jî bibe çareserî. Hewceye ev deriyê sînor bêyî hincetan were vekirin. Deriyê Sînor ê Xabûrê ne tenê mijareke Cizîr û Botanê eleqedar dike ye. Zehmetiya ajokarên me li vir dikişînin, dike ku îxracata welat zehmetiyê bikişîne.” Yildirim, got zêdekirina lêçûnên ajokaran bandorê li esnafan, li ser bihabûna tiştan, bihabûna kirêyan û qelskirina hêza îxracatê û hwd dike ku encamekî nebaş bi xwe re bîne. 
 
DIBISTANA PÎŞESAZIYÊ 
 
Herî dawî jî Yildirim anî ziman ku nêzî du sal in ji bo vekirina Dibistana Pîşesaziyê di nava hewldanan de ne û got: “Me bi xwe ciwanên xwe kaş kirin nava bîra Deriyê Sînor a Xabûrê. Em hewl didin xebatkaran bigehînin. Bi meha Hezîranê re dê xwendekarên me yên ewil dest pê bikin. Em hewl didin ciwanên biwesf bigehînin.” 
 
MA / Emrullah Acar