Kesên di Gulanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn

Parve bike:

AMED - MEBYA-DER'ê û Komeleya 78’'an, kesên di têkoşîna azadiyê de di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn. 

 
Şaxa Komeleya Piştgirî û Yekitiyê ya ji bo Kesên Xizm û Nasên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirinê re (MEBYA-DER) û Komeleya 78'an kesên ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Pêşî, serdana "goristana bêkesan" a li Goristana Yenîşehîrê hat kirin. Bîranîna ku gelek kes beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de ku gelek caran dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin, Hevserokê Komeleya 78'an Ahmet Candan, axivî û soz da ku dê ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, ji bo aştiyê bitêkoşin. 
 
Piştre, ji bo bîranîna kesên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, hat xwestin ku li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranînek bê lidarxistin, lê bîranîn hinceta wêneyên li ser pankarta hatibû hilgirtin hat astengkirin. Girseyê bertek nîşanî astengiyê da û diyar kir ku kiryarên bi vî rengî rê li ber Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk digirin.
 
‘BÛN MEŞALEYA AZADIYÊ'
 
Piştre, li avahiya MEBYA-DER'ê, Hevserokê MEBYA-DER'ê Ramazan Dengiz li ser navê girseyê axivî û got: "Dema ku êrişên li ser çand, ziman û nasnameya gelê Kurd û polîtîkayên ku armanc dikin rûmeta wan a mirovî binpê bikin dest pê kirin; Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf û Alî bi biryardariyeke mezin gotin, 'Berxwedan jiyan e', 'Em bi qasî ku kairbin di oxira wê de xwe feda bikin ji jiyanê hez dikin' û 'Li ser kêlikên min 'Ez deyndarê gelê xwe me' binivîsin. Ferhat, Mahmut, Eşref û Necmî bêyî dudilî ji bo parastina nirxên xwe yên neteweyî û rûmeta mirovan canê xwe feda kirin. Bi armanca jiyaneke wekhev û bi rûmet li ser bingeha biratiya gelan, jiyana xwe feda kirin û bûn meşaleya azadiyê."
 
BANGA AŞTIYÊ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Dengiz bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: "Ev peyam ku manîfestoyeke aştî, azadî û demokrasiyê ye, ji hêla gel û welatên demokratîk, aştîxwaz û azadîxwaz ve bi kêfxweşî û heyecaneke mezin hatiye pêşwazîkirin. Mirovahiya hemdem vê helwesta wêrek, mirovî û aştiyane ya gelê Kurd û Rêberê wî dişopîne û temaşe dike û bi gelê Kurd re di nava hevgirtin û piştgiriyê de ye, rêz li helwesta wan a mirovî digire. Ji roja ku birêz Ocalan peyama xwe ya aştî, azadî û jiyaneke azad pêşkêşî raya giştî ya cîhanê kir, ji akademîsyenan bigire heya rewşenbîran, ji ramanweran bigire heya zanyaran û nivîskarên xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê her kes bi peyamên xwe piştgirî da vê manîfestoya jiyana wekhev a li ser bingeha biratiya gelan. Em jî vê gavê silav dikin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku bêyî derengmayînê bersiva banga Abdullah Ocalan bidin. Bi boneya Hefteya Şehîdan; em şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer û berxwedêrên Zindana Amedê bi bîr tînin. Em hemû şehîd û kesên ku ji bo doza azadiyê têkoşiyane, di şexsê berxwedêrên zindanê de bi rêzdarî bi bîr tînin û xwe li ber bîranîna wan bi rêzdarî ditewînin.”