AMED - Pisporê Onkolojiya Tibbî Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku di nava salekê de 260 hezar bûyerên penceşêrê hatine tesbîtkirin û got yek ji sedema zêdebûna penceşêrê jî qirkirina ekolojiyê ye. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen jî got: “Siyanûr tê wateya jehrê.”
Li seranserê cîhanê yek ji nexweşiya herî zêde rê li ber mirinan vedike jî penceşêr e. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di sala 2018’an de 9,6 milyon kesan ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest dan. Ev jî nîşan dide ku li cîhanê her ji 6 mirinan yek jê ji ber penceşêrê ye. Li gorî GBD’ê ku ev rêxistin bandora nexweşî, birîndarî û hêmayên xetere yên li ser tenduristiya civakê lêkolîn dike, heta sala 2050’an dê li seranserî cîhanê zêdetirî 30 milyon kes ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest bibin.
Pisporê Onkolojiya Tibbî Halîs Yerlîkaya û Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen, têkildarî sedemên zêdebûna rêjeya penceşêrê axivîn.
DI SALEKÊ DE 260 HEZAR BÛYERÊN PENCEŞÊRÊ
Yerlîkaya, da zanîn ku di nava salekê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 260 hezar bûyerên penceşêrê çêbûne û got: “Ji bo teşhîsa penceşêrê, biyopsî girîng e. Li gorî herêmên din, li herêma me teşhîs hinek derengtir tê kirin. Yek ji penceşêra herî zêde rê li ber mirinan vedike jî penceşêra pêsîrê ye. Ji ber sedemên cuda nexweş serlêdanê nakin. Hem li Enqereyê hem jî li Kurdistanê xebitîm. Teşhîsa penceşêra pêsîrê li Kurdistanê di qonaxa dereng de diyar dibe. Nebûna xizmeta bi zimanê dayikê, pirsgirêkên taybet, peydanekirina randevuyan û hwd. dibin sedema vê derengmayînê. Divê rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl û şaredarî di vê mijarê de xebatan bikin. Civak di vê mijarê de zêde agahdar nîne. Ziman dibe astengiyeke mezin.”
SEDEMA ZÊDEBÛNA PENCEŞÊRÊ
Di berdewamê de Yerlîkaya îşaret bi sedemên zêdebûna penceşêrê kir û wiha pê de çû: “Qirêjiya hawirdorê, qirkirina ekolojiyê, texrîbkirina xwezayê, şer, pirsgirêkên di xurekan de û bajarvanî çendek sedemên penceşêrê ne. Ev tevek jî berhema pergala kapîtalîst in. Şêweyê jiyanê vê nexweşiyê bi xwe re tîne. Bêherekeyiya nava rojê, xwarina ne bi rêk û pêk, qelewî, cigare û hwd. rê li ber penceşêrê vedikin. Lê ya herî girîng cigare ye. Heke em bikarin jiyaneke cuda ava bikin, dikarin pêşiya penceşêrê bigirin. Li cihekî hewa, av û ax hatiye qirêjîkirin, mirov nikare xwe ji penceşêrê xelas bike.”
Yerlîkaya, destnîşan kir ku mudaxileya li dijî xwezayê rê li ber penceşêrê vedike û wiha axivî: “Bikaranîna bêkontrol a hin tiştên em jê re dibêjin pestîsîst, metalên giran, bikaranîna kîmyewiyan û tiştên jê re dibêjin arsenîk ên di madenan de tên bikaranîn, axê qirêjî dikin û rê li ber penceşêrê vedikin. Tişta axê qirêjî dike, rê li ber penceşêrê vedike. Her wiha hewayê qirêjî wisa ye. Bikaranîna berhemên petro kîmyayê, bajarvanî hewayî qirêjî dikin. Ev jî dike ku xurek xerab bibin rê li ber penceşêrê vekin. Pergala tenduristiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê bi têrî têkoşîna li dijî penceşêrê nake.”
‘SIYANÛR TÊ WATEYA JEHRÊ’
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen jî anî ziman ku êrişeke mezin li ser xwezayê heye û axaftina xwe wiha qedand: “Di dema lêgerîna madenê û derxistina zêr de siyanûr tê bikaranîn. Siyanûr, tê wateya jehrê. Rê li ber penceşêrê vedike. Risas û cîwa rê li ber penceşêrê vedikin. Di dema lêgerîna madenan de teqîn tên kirin. Wê demê tozek radibe û ev digihije sih û cergan û rê li ber penceşêrê vedikin. Bi qetilkirina xwezayê re mirov tên qetilkirin. Her ku diçe penceşêr zêdetir dibe. Penceşêr ji bo her kesî xetere ye û dikare bigihije her kesî. Di penceşêrê de teşhîsa zû pir girîng e. Ji bo vê bila gelê me serlêdanê bike. Banga me ya din jî ji bo xwezayê ye; bila demildest vê qirkirina ekolojîk bidin sekinandin. Bila ji bo nexweşên penceşêrê jî pergala pêwîst were avakirin.”
MA / Fethî Balaman