RIHA- Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê, diyar kir ku karesatên xwezayî ne tesadufî ne û banga bi "planên çalakiyê yên herêmî yên li ser bingeha ekolojiyê, zanistî û beşdarbûniyê" kir.
Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê li ber Navenda Karsaziyê ya Ahmet Bahçıvan der barê lehiyê, tofan û bahozên ku li navçeyên Bêrecûk û Wêranşarê çêbûn de daxuyanî da. Endamê Koordînasyona Meclisa Ekolojiyê Enes Millî sersaxî ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dan re xwest. Millî destnîşan kir ku bûyera xwezayî ne "karesatek" lê pêvajoyeke xwezayî ya atmosferîk e û got: "Têgihîştina ku xwezayê wekî ku ji bo xizmeta xwe hatiye afirandin dibîne, li şûna ku bi wê re di ahengekê de bijî, serdestiya lê hilbijartiye. Di encamê de, xweza wekî kelûpelek guncaw ji bo bikaranîna bêdawî hatiye dîtin. Ev nêzîkatiya xelet bingeha krîza jîngehê ya ku gihîştiye pîvanên gerdûnî pêk tîne. Mixabin, wekî encamek vê têgihîştinê, nekarîna dîtina ku her nirxek xwezayî di rastiyê de beşek ji yekpareyiyê ye, dibe sedema wêrankirina heyî. Lêbelê, wêrankirina her nirxek di xwezayê de dê were wateya wêrankirina tevahî."
Mîllî encamên xwe parve kir û got: "Veguherîna bûyerên xwezayî bo karesatan ne neçar e, ew pêvajoyek e ku pêşî lê were girtin. Ji ber vê yekê, divê planên çalakiyê yên herêmî yên li ser bingeha ekolojîk, zanistî û beşdar bi lezgînî werin pêkanîn. Divê polîtîkayên bikaranîna erdan yên ku li ser rantê disekinin werin bidawîkirin û divê nêzîkatiyeke plansaziyê ya li ser bingeha berjewendiya giştî û yekparçeyiya ekosîstemê bê pejirandin. Divê pêvajoyên îmar û avakirinê şefaf bibin û divê mekanîzmayên venêrînê yên serbixwe bi bandor werin bicîhkirin. Divê polîtîkayên berbiçav, girêdayî û venêrînê li dijî krîza avhewayê werin pêşve xistin. Divê pêvajoyên kêmkirina rîska berî karesatan û amadekariyê werin xurtkirin û divê saziyên cemaweriyê di vî warî de şefaf û berpirsiyar bin."