Jinên Gimgimî: Em li dijî qirkirina xwezayê di nobedê de ne

Parve bike:

MÛŞ- Jinên ji gundê Xwarik ê Gimgimê ku beşdarî çalakiya nobedê ya li dijî projeya JES'ê ya plankirî bûn, gotin: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin."

 
Tê plankirin ku li nav sînorên gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê projeya Santrala Enerjiya Jeotermalê ku dê bandorek neyînî li herî kêm 16 gundan bike, bê çêkirin. Projeya ku ji hêla IGNIS H2 Inc ya Amerîkî ve tê plankirin, gefê li çandinî û sewalvaniyê ku debara sereke ya herêmê ne, dixwe û her wiha dê navendên olî yên welatiyên Elewî tune bike. Bi hezaran kes di 24'ê Nîsanê de li Gimgim û 25'ê Nîsanê de li Kanîreşê beşdarî mîtîngên ekolojiyê yên li dijî projeyê bûn. Gelek rêxistinên ekolojiyê beşdarî mîtîngan bûn û berxwedana gel veguherî nobedariya konê li qada sondajê.
 
 
Çalakiya nobedê ya ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin berdewam dike. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn li ser bandora projeyê ya li ser herêmê axivîn.
 
Endama Kooperatîfa Jinan a Bîra Gimgimê Eylem Karadûmanê diyar kir ku xelkê Gimgimê konê hatî danîn wekî "ev êdî mala me ye" bi nav dike û destnîşan kir ku divê her kes xwedî li îradeya berxwedanê derkeve. Eylem Karadûmanê got: "Em ê li dijî her hewldanek ji bo serdestkirina axên me bisekinin. Wekî ku hûn dizanin, hewa xirab e. Tewra di mîtînga mezin de jî, dema ku em li benda baranê bûn û meraq dikir ka em dikarin mirovan bikişînin, dîsa jî mirov hatin. Em dibînin ku gel careke din li ser soza xwe disekine. Ew xwezaya xwe diparêzin. Em van pirsgirêkan li her derê Tirkiyeyê dibînin, ji rojhilatê heta rojavayê, ji başûr heta Deryaya Reş. Em li her derê mirovên berxwedêr dibînin. Ez hêvî dikim ku ew vê berxwedanê bidomînin."  
 
JI ALMANYAYÊ HAT TEV LI ÇALAKIYÊ BÛ
 
Fatma Guneşerê ku roja ku ji Almanyayê hatiye tevlî çalakiya kon bûye, diyar kir ku proje tevahiya civakê eleqedar dike û got ku ji bilî gotina "Wêrankirina xwezayê rawestînin" tu çareyeke din li ber wan nîne. Fatma Guneşerö fikara xwe anî ziman ku bi projeyê re erdên wan ên pîroz dê werin talankirin û got: "Girseya me li bajarên Ewropayê jî heye. Em hewl didin ku dengê xwe li wir jî bidin bihîstin. Li Ewropayê komeleyên li dijî santralên jeotermalê hatine avakirin. Em bi wan re xebatê dimeşînin. Bertek çêbûye, lê divê berdewam bike. Ji bo ku em bigihîjin armanca xwe, divê em heman rêyê bimeşin."
 
Fatma Guneşerê bal kişand ser polîtîkayên koçberiyê yên ku bi awayên curbicur li Kurdistanê hatine ceribandin û got ku proje jî berdewamiya vê polîtîkaya koçberiyê ye. Fatma Guneşerê got: "Em hemû di Keştiya Nûh de ne. Divê ev keştî biçe. Divê em hemû bibin yek."
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
 
Naciye Başakê diyar kir ku li seranserê Tirkiyeyê santralên madenê û jeotermal hene û got ku ew tevî şert û mercên hewayê yên nebaş û hemû zehmetiyan jî ji bo parastina axa xwe li ser pêyan in. Naciye Başakê got: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin."    
 
 
 
Nûçeyên Têkildar
Projeya GES’ê ya li gundê Êzidiyan hat erêkirin: Em vê biryarê qebûl nakin
Projeya GES’ê ya li gundê Êzidiyan hat erêkirin: Em vê biryarê qebûl nakin

Şêniyên gundê Êzidiyan Bacinê yê Midyadê bertek nîşanî hewldana projeya GES’ê dan û diyar kirin ku ev heqaretekî li baweriya Êzidiyan e û ew ê qebûl nekin.

Çemê Mûradê di dorpêça JES û madenan de ye
Çemê Mûradê di dorpêça JES û madenan de ye

Endezyara Zîraetê Întîzar Guzelçayê diyar kir ku Çemê Mûradê di bin gefa madena zêr û JES’ê de ye û got: “Gefeke mezin li ser tenduristiya gel heye.”

Qirkirina ekolojiyê dibe sedema zêdebûna penceşêrê
Qirkirina ekolojiyê dibe sedema zêdebûna penceşêrê

Pisporê Onkolojiya Tibbî Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku di nava salekê de 260 hezar bûyerên penceşêrê hatine tesbîtkirin û got yek ji sedema zêdebûna penceşêrê jî qirkirina ekolojiyê ye. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen jî got: “Siyanûr tê wateya jehrê.”

Li Gimgimê nobeta li dijî ‘JES’ê didome
Li Gimgimê nobeta li dijî ‘JES’ê didome

Çalakiya nobetê ya li qada projeya JES’ê ku tê plankirin li gundê Xwarikê yê Gimgimê bikeve meriyetê, di roja 3’yan de didome.

Ji Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê daxuyaniya der barê lehî û bahozê de
Ji Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê daxuyaniya der barê lehî û bahozê de

Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê, diyar kir ku karesatên xwezayî ne tesadufî ne û banga bi "planên çalakiyê yên herêmî yên li ser bingeha ekolojiyê, zanistî û beşdarbûniyê" kir.