COLEMÊRG - Hate zanîn ku avahiya tesîsa bermayiyan a ku wekî sedema hezazê li ser rêbeja Colemêrg-Wanê tê nîşandan, tevî hişyariyên pisporan nehatiye rawestandin.
Rêbeja Colemêrg-Wanê ji ber hezaza ku di 11’ê Nîsanê de pêk hatibû hîn jî girtî ye. Ji ber ku rê 24 roj in girtî ye, hem li Colemêrg û navçeyên wê, hem jî li wan niştecihên ku veguhestin lê nîne, di gelek qadan de ji aboriyê heta tenduristiyê pirsgirêkên giran tên jiyîn.
Tê diyarkirin ku sedema vê karesatê, Tesîsa Bermayiyên Hişk a Entegre ye ku li binê rêya hezaz lê qewimî ye. Ji bo tesîsa ku di navbera gundên Akçali û Bagişli de ye, di sala 2020’an de pêvajoya îstîmlakê hatibû destpêkirin.
Îdareya Taybet a Bajêr, piştî ku li ser hinek parselên li herêma tesîs lê bê avakirin lihevhatin pêk nehat, di 10’ê Adara 2020’an de bi daxwaza “tespîtkirin û tomarkirina berdêla îstîmlakê” doz vekir. Gundiyên ku doz li wan hatibû vekirin diyar kirin ku tu teklîfek fermî ji wan re nehatiye kirin û rastî zextan hatine.
Lê tevî vê yekê jî parsel hatin îstîmlakirin. Proje bi fona ku ji aliyê Yekitiya Ewropayê (YE) ve hatibû dabînkirin, kete meriyetê. Ji bo projeyê nêzî 30 mîlyon euro hate veqetandin.
PISPORAN ÇI TESPÎT KIR Û ÇI GOTIN?
Piştî destpêkirina projeyê, Hamdî Kaya yê ji gundê Akçali serlêdana sûc kir. Kaya di serlêdana xwe de diyar kir ku tesîs hem li ser erdê wî tê avakirin, hem jî ji bo hawirdorê xetereyê çêdike. Herwiha bi hinceta ku ji ber tesîsê dibe ku hezaz pêk bê, daxwaz kir ku avakirina projeyê bê rawestandin.
Piştî serlêdana sûc, li Dadgeha Hiqûqê ya Giştî ya Colemêrgê doz hate vekirin. Dadgehê ji bo lêkolînkirina îdiayên Kaya, pispor tayîn kir. Pisporen ku li herêmê lêkolîn kirin, di nirxandina xwe ya pêşkêşî dadgehê kirin de destnîşan kirin ku xebatên li qada tesîsê bandoreke neyînî li ser erdên derdorê dikin.
Di nirxandinê de hate diyarkirin ku ji ber rijandina kavilan herka axê çêbûye, tevdîrên pêwîst nehatine girtin û rîsk berdewam dike. Her wiha hate destnîşankirin ku rêyên zeviyan hatine girtin û li ser erdê xebatên çandiniyê êdî nayên kirin.
DADGEHÊ DOZ RED KIR
Lêbelê dadgehê, tevî tespîtên pisporan jî di 8’ê Îlona 2023’yan de doza ku ji bo rawestandina avahîsaziyê hatibû vekirin, red kir. Dadgehê biryara xwe bi hinceta "şertên dozê pêk nehatine" da.
Kaya, piştî vê yekê li dijî îstîmlakê doz vekir. Pêvajoya dozê hîn berdewam dike.
MA / Zeynep Durgut