Îfadeya li dozgeriyê ya Tûncay Sonel 6 saet in didome

Parve bike:
ERZIROM - Îfadeya li dozgeriyê ya waliyê berê yê Dêrsimê Tûncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokûyê de hatibû binçavkirin, nêzîkî 6 saet in didome. 
 
Ji 15 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokûyê de hatibûn binçavkirin, 11 kes hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de karên îfadeya waliyê berê yê wê Dêrsimê Tûncay Sonel, didome.
 
Sonel ku duh nexwestibû li Midûriyeta Polîsan a Erziromê îfadeyê bide, îro danê sibê sewqî edliyeyê hat kirin. 
 
Li dozgeriyê îfadeya Sonel ku bê kelepçe ew anîn edliyeyê, nêzîkî 6 saet in didome.