Ji bo çareseriyeke mayinde ya rêya Colemêrg-Wanê bang hate kirin

Parve bike:

COLEMÊRG - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrge, ji bo vekirina rêyên ji ber hezaz û lehiyan hatine girtin bên vekirin bang kir û got: “Li şûna çareseriyên mayinde, divê demildest rêyên alternatîf bên çêkirin.” 

 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê, li navçeya Geverê ya Colemêrgê têkildarî rêya Colemêrg-Wanê ku ji ber hezaz û lehiyan zêdetirî hefteyeke hatiye girtin, daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya Şaxa Rêyên Bejahî ya Geverê hate dayin û gelek kes tev li bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla Berdevka Platformê Cevahîr Agrali ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rêya Colemêrg-Wanê û Şemzînan-Rûbarokê ji ber hezaz û lehiyan hatine girtin û hate gotin ku ev encam ne tenê girêdayî bûyerên xwezayî ye. 
 
'XETERE ZÊDE DIBE’ 
 
Di berdewama daxuyaniyê de Cevahîr Agraliyê anî ziman ku piştî her barînan bi heman encamê rû bi rû dimînin û wiha pê de çû: “Nabe ku ev bi gotina ‘karesatê’ were vegotin. Êdî ev rewş ji rewşekî demkî derbas bûye û veguheriyek rewşekî mayinde. Bêberpirsyartiya rayedaran a bi sala ye didome bûye sedema vê rewşê. Rêyê alternatîf nayên çêkirin û ev jî gel mexdûr dikin. Nebûna binesaziyê, pirsgirêkên di pêvajoyên îhaleyan de derdikevin û projeyên bi armanca rantê vê encamê bi xwe re tînin. Di dema çêkirinê de avhewa û erdnîgariya herêmê li ber çavan nayê girtin û ev jî xetereyan zêde dikin.” 
 
'HEWCEYE RÊYÊN ALTERNATÎF BÊN ÇÊKIRIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Cevahîr Agraliyê destnîşan kir ku divêtin bacên welatiyan ji bo projeyên rast bên xerckirin û wiha axivî: “Çavkaniyên heyî li şûna çareseriyên demkî, divê ji bo rêyên alternatîf, tunêl û viyadûkan bên bikaranîn. Jixwe binesaziya pêwîst nayê çêkirin. Qadên xetere bi rêbazên zanistî nayên xurtkirin û xetên veguhestinê yên biewle û alternatîf jî nayên avakirin. Gotinên weke ‘xweşmêrên klavyayê’  û hwd. ên li dijî welatiyên vê rewşê protesto dikin jî ne tenê hedefgirtin e, her wiha li dijî exlaqê siyasî ye.” 
 
BANG LI RAYEDARAN KIR
 
Cevahîr Agraliyê bang li rayedaran kir û axaftina xwe wiha qedand: “Walîtiya Colemêrgê li şûna daxuyaniyên rojane, bila gavên şênber biavêje. Ji bo sererastkirina vê encama heyî, divê rêyên nû yên saxlem bên çêkirin û ji bo beravêtiyên tesîsan tev li ava Zê nebin jî tevdîr bên girtin. Em bang li rayedaran dikin ku berpirsyartiyê li xwe bigirin, rêyên çareseriyê yên mayinde pêş bixin û ji bo herêmê alîkariya pêwîst bikin.”