AMED - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amed Dogan Hatûn, li Farqînê cihên ku ji ber lehiyê bandor bûn, kontrol kir.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn, li navçeya Farqînê cihên ku duh ji ber lehiyê zirar dîtin, kontrol kir. Hatûn ku serdana deverên ku ji ber lehiyê bandor bûne kir, li vir hin lêkolîn kirin.
Hatûn destnîşan kir ku tesîsên heyî êdî nikarin pêdiviyan bicîh bînin ji ber ku xebatên binesaziyê di 10 salên dawî de li navçeyê bi têra xwe nehatine kirin û got: "Ev zivistan pir dijwar bû. Berf û baran pir zêde barî. Ez hêvî dikim ku ev zivistan zêde dirêj neke. Ji duh ve li Farqînê baraneke giran dibare. Ji ber vê yekê, xetên ava baranê û kanalîzasyon nekarîne ji bin lehiyên ji ber baranê çêbûn rakin. Hem li rêyan û hem jî li xetên avê zirar çêbûye. Gelê me mexdûr bû. Berî her tiştî, em hem ji Farqînê û hem jî ji şaredariya wê re dibêjin derbasî be. Em Şaredariya Bajarê Mezin, bi DÎSKÎ, Navenda Koordînasyona Karesatan û tîmên me yên lênêrîna rêyan re hatin vir. Me kêmasî tespît kirin û em ê binesaziyê bi hêztir ji nû ve ava bikin da ku piştî baranê lehiyên wiha dubare nebin. Ji ber ku di 10 salên dawî de xebatên binesaziyê zêde nehatine kirin, tesîsên heyî êdî têrê nakin; em ê van pirsgirêkan bi hev re çareser bikin."
Hatûn yek bi yek serdana taxên ku ji lehiyê zirar dîtin kir, bi dikandar û welatiyan re civiya û peyama hevgirtinê da wan.