Li Amedê pêşangeha çandinî û sewalvaniyê dest pê kir
- Aborî-Ked
- |
- 21 Nîsan 2026 14:32
- |
AMED - Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya di vekirina 17'emîn Pêşangeha Çandinî, Sewalvanî, Mirîşkvanî û Pîşesaziya Şîr a Mezopotamyayê de axivî û got: "Amed di çandiniyê de xwedî potansiyeleke xurt e."
"17'emîn Pêşangeha Çandinî, Sewalvanî, Mirîşkvanî û Pîşesaziya Şîr a Mezopotamyayê" ku ji hêla Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Şîrketa Pêşangehvaniyê ya Mezopotamyayê tê li darxistin, li Navenda Mihrîcan û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê dest pê kir.
Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya diyar kir ku ev pêşangeha her sal mezin dibe û tevkariyê li aboriya herêmê dike. Kaya bal kişand ser dîroka çandiniyê ya hezar salan a Amedê û got ku mihrîcana îsal 125 fîrma û 300 markeyan aniye cem hev. Kaya destnîşan kir ku herêm xwedî potansiyeleke mezin a çandiniyê ye û got ku ev potansiyel dikare bi plansaziyeke rast û rêbazên hilberîna nûjen bi bandortir bê bikaranîn.
Serokê Borsayê ya Amedê Engîn Yeşîl jî, bal kişand ser girîngiya hilberîn, domdarî û teknolojiyê di çandiniyê de û got ku çareserî di dîjîtalîzekirin û sepanên çandiniya biaqil de ye.
Piştî axaftinan, pêşangeh dest pê kir. Çalakî ku dê heta 26'ê Nîsanê berdewam bike, dê hilberîner û veberhêneran bîne cem hev.