Şaredarê Yuregîrê ji peywirê hate dûrxistin
- Rojane
- |
- 21 Nîsan 2026 14:13
- |
EDENE - Şaredarê Yuregîrê yê CHP’î Alî Demîrçali bi hinceta cezayê bi îdiaya “bertîlê” lê hatiye birîn, ji peywirê hate dûrxistin.
Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyekê ragihand ku Şaredarê Yuregîr a Edeneyê Alî Demîrçali ku CHP’î ye, ji peywirê hatiye dûrxistin. Wezaretê, da zanîn ku lêpirsîna der heqê Demîrçali de bi îdiaya “bertîlê” hatiye dayin temam bûye û 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê di 3’yê Nîsana 2026’an de heta 5 sal û 3 meh û 10 rojan cezayê hefsê daye. Wezaretê got ku Demîrçali, di çarçoveya xala 127’an a Destûra Bingehîn û xala 47’an a Qanûna Şaredariyan a Hejmar 5393’yê weke tevdîrekê ji peywirê hatiye dûrxistin.