Di êrişa li dibistana Mereşê de hejmara miriyan gihîşt 9'an
- Rojane
- |
- 15 Nîsan 2026 21:14
- |
MEREŞ - Li Mereşê di êrişa çekdarî ya li hember dibistanê de hejmara miriyan derket 9'an.
Li Mereşê li hember dibistaneke navîn êrişa çekdarî pêk hat. Piştî êrişê gelek ambulans hatin sewqkirin. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Wezîrê Karê Hundir Mustafa Çîftçî da zanîn ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 9'an. Li aliyê din jî hat hînbûn kesê êriş pêk aniye bavê wî endamê emniyetê yê berê ye.
QEDEXEYA RTUKÊ
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê(RTUK) der barê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî da û daxuyand ku divê bi şahidan re roportaj neyê kirin û dîmenên cihê bûyerê neyê weşandin.