Welatiyekî duh vegeriya Efrînê hat revandin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyekî ji gundewarê Efrînê yê ku duh di koma sêyemîn de vegeriyabû Efrînê, ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ya Şamê ve hat revandin.
 
Duh koçberên Efrînê yên ku di nav koma seyemîn de vegeriyane, rastî hewldanên provokasyonê hatin û 4 ciwan ji ber sedemên nediyar hatine girtin, lê îro hatin berdan. Îro jî ji heman koma vegeriyane kesekî din hat revandin.
 
Ev bûyer binpêkirina peymana 29'ê Çileya 2026'an a di navbera HSD'ê û hikûmeta demkî de ye ku yek ji naveroka bendên wê hêsankirina vegera koçberan ber bi warên wan ve ye.