Çarşema Sor li gelek bajaran hat pîrozkirin
NAVENDA NÛÇEYAN – Êzidiyan li gelek bajaran Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.
Êzıdî her sal di roja Çarşema yekem a piştî 13'ê Nîsanê de Cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Ev cejn ku wekî sembola ji nû ve zayînê û destpêka biharê tê hesibandin, îsal bi çalakiyên curbicur li gelek bajaran hat pîrozkirin.
AMED
Li taxa Bahçeçîk a navçeya Sûrê ya Amedê pîrozbahiya Çarşema Sor hat lidarxistin. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ligel Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, ji bo pîrozkirina cejnê serdana malbateke Êzidî ya li taxê kirin. Hevşaredaran cejn li malbatê pîroz kirin û destnîşan kirin ku bawerî û çandên cuda dewlemendiyeke civakî ne.
ÊLIH
Cejna Çarşema Sor li gundê Korix ê bajarokê Awiské yê navçeya Qubîn a Êlihê hat pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Êlihê Semra Guneş, di pîrozbahiyê de axivî û cejna welatiyên Êzidî pîroz kir û got: "Bila ev cejn ji bo gelê Êzidî û hemû gelê Kurd pîroz be. Bila Çarşema Sor aştî û edaletê bîne Kurdistanê."
Piştî vê yekê, welatiyê Êzidî Yusuf Tagay jî xwest ku Cejna Çarşema Sor ji bo gelê Êzidî û hemû gelên cîhanê aştiyê bîne.
Piştî axaftinan, beşdaran bi duayan destbendên 'Basınbar' li lepên xwe girêdan. Piştî çalakiyê, welatiyên Êzidî yên li gundê Şasim hatin ziyaretkirin.
ŞIRNEX
Li gundê Kîwexê yê navçeyên Hezexê ya Şirnexê û ya Midyadê ya Mêrdînê Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi atmosfereke mezin cejin hat pîrozkirin. Bi boneya hatina cejnê bi hezaran kes ji Êlih, Mêrdîn, Amed, li bajarên cuda û heta Ewropayê beşdarî cejnê bûn. Gelek Êzidiyên ku di sala di 2014an de ji ber êrişên DAIŞê hatine li bajarên bakurê Kurdistanê bi cih bûne ew jî li wir bûn. Her wiha gelek ji wan ji Şengalê jî hatibûn. Û gelek Êzidî bi cil û bergên xwe yên neteweyî ên bi gelek xweş û cuda reng dan cejnê. Di cejnê de gelek nunerên partiyên siyasîu gelek endamên saziyên sivîl û gelek kes jî tev şahiya cejnê bûn. Mêvanên ku diketin qada ku cejn lê dihat pîrozkirin û goristana gundiyên Kîwexê û komisyona Mêravê ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha cejn bi navber bi govendê û bi eleqeyên mezin dihat pîrozkirin. Pîrozbahiyên weke govendên kevneşipiyên Kurdî û bi stranên Kurdî gelek kes pê coş dibûn.
Merwan Elemdar Babirî, rêberê alimê olî yên Êzidiyan li qada cejnê amade bû axivî û got: “Êzidî ji bo aştî û biratiyê têdikoşin. Hemû ol û ji bo me girîng in. Rojhilata Navîn baxçeyek olan e. Bila Çarşema Serê Nîsanê li hemû gel û baweriyan pîroz be.”
MÊRDÎN
Her wiha li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî li taxa Bacînê hate pîrozkirin. Gelek kes li wir jî bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê li Mêrava Şêx Adî bûn. Li wir jî nunerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî cejnê bûn. Pîrozbahiyên cejnê bi govendên gelêrî yên Kurdî û stranan cejnê bi dawî kirin.
RIHA
Li gundê Kermê yê navçeya Wêranşarê ya Rihayê, ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê bernameyeke pîrozbahiyê hate lidarxistin. Bernameya cejnê, bi pêşengî û hevkariya Komelaya Êzidiyên Wêranşarê û Şaredariya Wêranşarê pêk hat.
Pîrozbahî, bi bicihanîna rîtuel û tewafên olî dest pê kir. Piştî merasîma olî, beşdaran bi stran û gerandina govendê cejn pîroz kirin. Li gorî kevneşopiya cejnê, li qada pîrozbahiyê mase hatin danîn û hêkên rengkirî, şêranî û şekir li mêvanan hatin belavkirin.
Bernameya pîrozbahiyê, piştî gerandina govendê û şahiyê bi dawî bû.