ENQERE - Lijneya Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk a DEM Partiyê dê bi dirûşma “Bi Rêveberiyên Demokratîk ên Xecîhî ber bi Civaka Komunal ve” konferansa Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk li dar bixe.
Lijneya Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk a Partiya Wekehevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê bi dirûşma “Bi Rêveberiyên Demokratîk ên Xecîhî ber bi Civaka Komunal ve” konferansa Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk li dar bixe. Gava yekemîn a konferansa Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk ya ku dê di 8-9’ê Hezîrana 2026’an de li Amedê bê lidarxistin, di navebera 19-28’ê Nîsanê de bi dirûşma “Komun şaredarî ye, şaredarî komun e” konferansên bajaran li dar bixe.
Ev pêvajoya ku bi qonax e û ji aliyê DEM Partiyê ve hatiye destpêkirin, bi atolyeyên li xwecîhî û konferansên bajaran ve dê rewşa rêxistinî bê nirxandin û pêşiya li nîqaşên xeta nû ya têkoşînê vebike. Hate diyarkirin ku amedekariyên konferansê ne tenê mijarek teknîkî ye di heman demê dê hişmendiya xwecîhî ya demokratîk bi perspektîfa civaka komunal bê nirxandin.
ROJEVA SEREKE KONFERANSA MEZIN E
Metna çarçoveyê ya ku dê di pêvajoya amedekariyê de ji aliyê Komîsyona Amedekar û Lijneya Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk ve bê amadekirin, dê di konferansan de bê xwendin û bê nîqaşkirin. Konferansa ku dê di 8-9’ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin, xetên şênber ên têkildarî rêveberiyên xwecîhî ya gelparêz, komunal ji nû ve diyar bike û tê armanckirin ku nexşerêya pêvajoya nû bê destnîşankirin.
MA / Omer Gungor