Li Efrînê 4 ciwanên ku hatibûn girtin serbest hatin berdan
- Rojane
- |
- 15 Nîsan 2026 15:22
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê 4 ciwanên ku hatibûn girtin, serbest hatin berdan.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 4 ciwanên ji Efrînê piştî ku ew girtibûn, serbest berdan.
Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ragihand ku 4 ciwanên ku di nava koma sêyemîn a şêniyên Efrînê yên koçber de vegeriyabûn bajarê xwe û di dema vegerê de ji hêla hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatibûn girtin, serbest hatine berdan.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, roja Sêşemê 4 ciwanên ku di nava koma sêyemîn a koçberên Efrînê de vegeriyabûn malên xwe, girtibûn.