RIHA - Li Sêweregê têkildarî êrişa li ser dibistanê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz got: “Ji pergala xirab encamên rast dernayên.” Serokê Giştî yê Egitîm Senê Kemal Irmak, bang li Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî kir ku îstîfa bike.
Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen), têkildarî êrişa çekdarî ya xwendekarekî li ser Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya Ahmet Koyuncu daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê meşek pêk hat.
Di meşê de dirûşmên “Perwerdehiya bi zimanê dayikê”, “Tundiya li dijî mamoste re na”, “Yûsûf Tekîn îstîfa” hatin berzkirin. Piştî meşê Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul axivî û ev tişt got: “Divê bê zanîn ku tundî tenê bi tevdîrên fizîkî yên ewlehiyê ve nayên astengkirin. Lewra tundî bi xwe dernayê. Bêparmayîna polîtîkayên perwerdehiyê ji bingehên zaninstî û cemaewrî, bi awayekî neyînî bandorê li dibistanan û perwerdehiyê dike.”
‘BERPIRSIYAR POLÎTÎKAYÊN MEB’Ê NE’
Piştre Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak axivî û wiha pê de çû: “Berpirsiyarên rastîn ên êrişê pergal bi xwe ye. Polîtîkayên Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî ye. Em wek Egîtîm Sen vê yekê bi salan in tînin ziman. Derfetên ku Wezîrê Perwerdehiyê pêşkêşî terîqetan, cemaetan pêşkêşî saziyên perwerdehiyê bikira dê encamên wiha neqewimiyana. Divê Wezîrê Perwerdehiyê tavilê îstîfa bike.”
‘JI PERGALA XIRAB ENCAMÊN RAST DERNAYÊN’
Piştre Hevserokê Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ahmet Karagoz axivî û got: “Dibistan di kontrola Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî de de ne. Pîr Sultan Abdal dibêje ‘ji pergala xirab encamên rast dernayên’. Niha rewşa em dijîn ev e. Kesên xwedî li daristan û ekolojiyê derdikevin tên girtin. Berpirsiyarê ewil ê vê bûyerê Yûsûf Tekîn e, bila îstîfa bike. Divê ji bo rewşên wiha desthilat polîtîka pêş bixe. Em ê bê pêvajoyê bişpînin.”
Daxuyanî bi dirûşma ve bi dawî bû.