HRANA: Li Îranê di du rojan de 232 kes hatin binçavkirin
- Rojhilata Navîn
- |
- 13 Nîsan 2026 14:30
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê ragihand ku zextên li ser gelê Îranê zêde dibin û da zanîn ku di du rojan de 232 kes hatine binçavkirin.
Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA), bi daxuyaniyekê ragihand ku li Îranê zextên li ser gel her ku diçe girantir dibin. HRANA’yê destnîşan kir ku di nava du rojan de li Îran û rojhilatê Kurdistanê herî kêm 232 kes ji hêla hêzên îstîxbaratê yên Îranê ve hatine binçavkirin.
HRANA’yê got ku di dema binçavkirinê de tundî li welatiyan hatiye kirin û binçavkirin bi îdiaya “nûçeyên xelet parve kirine û wêneyên cihên hatine bombebarankirin kişandine” hatine kirin.