TJA: Em ê xwedî li mîrateya dayika Zenepê derkevin

Parve bike:

AMED - TJA’yê ji bo Zeynep Cansizê peyama sersaxiyê da û got: “Em soz didin ku dê xwedî li mîrateya Dayika Zeynepê derkevin.” 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya wefata dayika Sakîne Cansizê Zeynep Cansizê peyama sersaxiyê weşand. 
 
Peyama TJA’yê wiha ye: “Dayika pêşenga têkoşîna azadiyê ya jinan Sakîne Cansizê, lêgerînera heqîqet û aştiyê Zaynep Cansiz koça dawî kir. Zanetiya wê ya mezin, dê her tim di meşa azadiyê ya jinan de bijî. Em soz didin ku dê xwedî li mîrateya Dayika Zeynepê derkevin. Serê gelê me sax be.”