Li Silêmaniyê geştên balafiran ên navneteweyî dest pê kirin
- Rojane
- |
- 13 Nîsan 2026 11:58
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Ragihandin û Peywendiyên Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî ragihand ku geştên hewayî yên navneteweyî dest pê kirine.
Berpirsê Ragihandin û Peywendiyên Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî (Silêmaniye) Dana Mihemed, der barê destpêkirina geştên hewayî de agahî dan medyayê. Dana Mihemed diyar kir ku piştî 40 rojan, îro di danê siharê de yekem geşta hewayî ji balafirgehê ber bi Urdunê ve hatiye kirin û biryare her îro geşta vegerê jî pêk were.
Dana Mihemed, got li gorî wê bernameya Desteya Balafirgeha Sivîl a Iraqê ji wan re şandiye, geştên Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî dê di rojên pêş de jî berdewam bikin.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, bi biryara Desteya Balafirgeha Sivîl a Iraqê, hemû geştên balafirgehên Iraqê û heta derbasbûna balafiran di qada hewayî ya Iraqê de hatibûn rawestandin.