Li Mûşê qezaya trafîkê: 7 kes birîndar bûn

Parve bike:

MÛŞ - Li devera Qerekela ya navçeya Kopê ya Mûşê ji ber barîna berfê qezaya trafîkê çêbû û di qezayê de 7 kes birîndar bûn. 

 
Mînîbusa rêwiyan a ji Agiriyê ber bi Mûşê ve diçû, li devera Qerekela ya li navçeya Kopê ya Mûşê ji ber berfê qeza kir. Li gorî agahiyan, di qezayê de 7 welatî birîndar bûn. Li cihê qezayê komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Welatiyên birîndar, piştî mudaxileya ewil a li cihê bûyerê sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. 
 
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.