Serokkomarê nû yê Iraqê Nizar Amêdî dest bi wezîfeyê kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN -  Serokkomarê nû yê Iraqê Nîzar Amedê, bi fermî dest bi wezîfeyê kir. 

 
Piştî merasîma dewirgirtinê ya li Koşka Selam ya li Bexda û şûn de Nizar Amêdî bi fermî dest bi erka Serokomariya Iraqê kir.
 
Serokomariya Iraqê têkildarî dewirgirtina erka serokomariyê ya ji Letîf Reşîd, Nizar Amêdî daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî merasîma dewirgirtinê ya li Koşka Selam ya li Bexda Nizar Amêdî bi fermî dest bi erka Serokomariya Iraqê kiriye.
 
Nizar Amêdî piştî proseya azadkirina Iraqê weke serokomarê 6’an dest bi wezîfeyê dike.