ENQERE - Şaban Kaygusuz ku destek û lingekî wî tune ye û li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê dihat ragirtin, hate berdan.
Şaban Kaygusuz ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê dihat ragirtin û destek û lingekî wî tune ye, hate berdan. Ji bo taloqkirina înfaza cezayê Kaygusuz gelek caran serlêdan hatibû kirin û herî dawî sê hefte berê sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hate kirin. ATK’ê di rapora xwe de diyar kir ku Kaygusuz nikare di girtîgehê de bimîne û xwest înfaza cezayê wî ji bo salekê were taloqkirin. Li ser vê yekê Dadgeriya Girtîgehê jî biryara tehliyeyê da.
ŞABAN KAYGUSUZ KÎ YE?
Şaban Kaygusuz (26), di sala 2018’an de li Şirnexê di pevçûnekê de destê xwe ye rastê û lingekî xwe winda kir. Piştre hate binçavkirin û girtin. Kaygusuz ku li Girtîgeha Sêrtê dihat ragirtin, piştre sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate kirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê jî 31 sal cezayê hefsê lê birî. Kaygusuz herî dawî di 20’ê Cotmeha 2021’ê de sewqî Girtîgeha hejmar 2 ya Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê hate kirin.
Kaygusuz ku demekê li vir hate ragirtin, ji ber birînên di dest, li ling û cihên cuda yên laşê xwe, gelek caran sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate kirin. Lijneya tenduristiyê ya nexweşxaneyê, di 3’yê îlona sala 2019’an de der heqê Kaygusuz de raporek amade kir û got: “Di rewşa heyî de ragirtina wî ya di girtîgehê de ji bo tenduristiya wî xetere ye.”
BIRYARA ATK’Ê
Piştî vê biryara nexweşxaneyê, parêzerên Kaygusuz rapora behsa xeberê ji dadgeha lê dihat darizandin re şand. Dadgehê jî di 28’ê Mijdarê de rapor ji ATK’ê re şand. Li ser vê yekê ATK’ê di 11’ê Kanûnê de Kaygusuz muayene kir. Lijneya Îhtîsasê ya 3’yemîn a ATK’ê, du roj piştre rapor amade kir, îşaret bi hêmayan kir, got nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bijî û bi piraniya dengan qebûl kir ku pêwîstiya wî bi kesekî cuda heye.
TEVÎ RAPORA ATK’Ê JÎ NEHATE BERDAN
Li ser vê geşedanê, parêzerên Kaygusuz ji bo berdanê serî li dadgehê dan. Dadgeha bi vê rojevê civiya û biryar da. Dadgehê, rapora ATK’ê berevajî kir û tehliyeya Kaygusuz asteng kir.
DI HEMAN BIRYARÊ DE DU NÊRÎNÊN CUDA
Kaygusuz, ji ber nexweşiya xwe sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate kirin. Lijneya tenduristiyê ya nexweşxaneyê di 9’ê Adara 2021’ê de raporek amade kir û got ku astengdariya Kaygusuz di astekî giran de ye û nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bijî. Lêbelê heman lijneyê di berdewamiya biryarê de diyar kir ku rewşa heyî ya Kaygusuz “xetereyeke teqez” li ser jiyana wî çênake û bgot “hewcehî bi taloqkirina cezayê wî û berdana wî nîne."
NEXWEŞXANEYÊN CUDA RAPORÊN CUDA
Kaygusuz, tevî nexweşiyên xwe yên giran jî di 20’ê Cotmeha 2021’ê de sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bunyanê hate kirin. Piştre jî di 14’ê Kanûnê de ji ber nexweşiyên xwe sewqî Nexweşxaneya Bajar a Kayseriyê hate kirin. Nexweşxaneyê, îdia kir ku hewcehî bi taloqkirina cezayê nîne û girtîgeh tu xetereyê li ser jiyana wî çênake. Heman nexweşxaneyê nexwest Kaygusuz sewqî girtîgeha tîpa “R”yê were kirin.
TEVÎ RAPORA JI SEDÎ 78 ASTENGDAR E JÎ NEHATE BERDAN
Di pêvajoyên piştre de Kaygusuz sê caran birin heman nexweşxaneyê û der heqê wî de rapor hatin amadekirin. Balkêş e ku di raporan de biryarên berevajî raporên ATK û nexweşxaneya li Amedê hatin dayin. Nexweşxaneya Bajar a Kayseriyê, di rapora xwe ya di 6’ê Cotmeha 2022’yan de got ku Kaygusuz ji sedî 78 astengdar e. Heman nexweşxaneyê rojek piştre jî rapora “Dikare bi tena serê xwe bijî. Hewcehî bi taloqkirina cezayê nîne” da. Di rapora xwe ya bi dîroka 23’yê Adara 2023’yan de jî nexweşxaneyê heman îfade bi kar anî.
Kaygusuz, di 12’ê Hezîrana 2024’an de dîsa sewqî ATK’ê hate kirin. Lijneya Îhtîsasê ya 3’yan, muayeneya Kaygusuz kir û raporek amade kir. Lijneyê, di rapora xwe de biryareke ji biryara xwe ya berê ku digot “nikare di şert û mercên girtîgehê de bi tena serê xwe bijî” cuda da. Di biryara xwe ya 7’ê Tebaxê de lijneyê ji bo Kaygusuz got: “nexweşiyên wî yê domdar nînin, di asta astengdariyê de ye û rewşa kalbûnê nîne.”