Bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Îzmîrê dan

Parve bike:

ÎZMÎR - Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan, betek nîşanî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Îzmîrê dan û gotin ku rêveberiya girtîgehê daxwaza wan a hevdîtinê bêbersiv hiştiye û dozger jî di nava hewldaneke çareserkirina pirsgirêkan de nîne. 

 
Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER), der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Alîaga ya Îzmîrê, li ber girtîgehê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila dawî li sepanên kêyfî û derqanûnî bê anîn" hat hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Şaxa OHD’a Îzmîrê Fatma Demîrerê ve hate xwendin.
 
Fatma Demîrerê diyar kir ku rejîma înfazê û pratîkên îdarî yên li girtîgehan, peymanên navneteweyî û rûmeta mirovahiyê bi rengekî sîstematîk binpê dikin. Fatma Demîrerê destnîşan kir ku ev binpêkirin wekî îşkence, nêzîkatiya xirab, cezayên disîplînê yên kêfî û bi hincetên derqanûnî taloqkirina berdana bişert tên kirin û got: “Ev sepan ne tesaduf in û veguherîne sepanên giştî. Yek ji binpêkirinên herî giran ên li girtîgehan, astengkirina tehliyeyan bi hincetên kêfî û şewitandina înfazan e. Tehliyeyên girtiyên ku dema berdana wan a bişert nêzîk dibe, bi biryarên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ku ji personelên girtîgehê pêk tên û tu formasyoneke wan a hiqûqî tune ne, tên astengkirin. Ev pêvajo mafê ewlehiya hiqûqî rasterast binpê dike û bi nirxandinên subjektîf û mekanîzmayên îdarî yên kêfî tê meşandin."
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN 
 
Di berdewamê de Fatma Demîrerê diyar kir ku nediyariya di demên înfazê de binpêkirina mafê darizandina adilane ye û wiha pê de çû: “Ferzkirina qawîşa serbixwe, ferzkirina poşmaniyê, cezayên hincetên wekî teserûfa av û ceyranê nekiriye, berê cezayê disiplînê girtiye, ji pirtûkxaneyê têra xwe pirtûk nexwendiye, biryarên der barê nameyan de yên weke nameyên fikaredar, ji gardiyanan re nebûye alîkar, li dijî personelan derketiye, tevî ji bo girtiyên siyasî derfeta kursan nîne jî cezayên bi îdiaya beşdarî kursan nebûye û hwd. tên dayin, bi serê xwe kiryarên derqanûnî ne. Polîtîkayên înfazê yên bêrêzik û kêfî, rê dide ku dewlet hêza xwe ya cezakirinê bi awayekî bêsînor bikar bîne. Cezayên disîplînê ji armanca 'başkirina girtî' dûr ketine; bi ser hev de tên birîn û veguherîne amûreke cezakirinê ku girtî pê tê tecrîdkirin û înfaza wî pê tê şewitandin."
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BERDEWAM IN
 
Bi domdarî Fatma Demîrerê diyar kir ku mînaka herî berçav a van sepanan li Girtîgeha Jinan a Îzmîrê pêk tê û wiha dewam kir: "Ji ber ku girtiyan di hevdîtinên vekirî de li malbatên xwe girtine, cezayê disiplînê li wan hat birîn. Ev yek nîşan dide ku sepanên tecrîd û îzolasyonê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, êdî gihîştiye asteke wiha pûç ku têkiliyên herî bingehîn ên mirovî jî wekî sûc têne hesibandin. Rêveberiyên girtîgehan hiqûqa disiplînê wekî 'çekeke cezakirinê' bikar tînin da ku têkiliyên malbatî û hestyarî yên girtiyan qut bikin. Sepaneke din a diderqanûnî jî ferzkirina nasnameyê ye. Li girtiyan tê ferzkirin ku nasnameya girtîgehê her dem li ser xwe bigerînin. Dema diçin revîrê, parêzeran, hevdîtinê, girtina name û pirtûkan an jî nexweşxaneyê; yanî dema ji qowîşê gavekê bavêjin derve, nasname li wan tê ferzkirin. Li gorî qanûnê cezayê herî giran ê ji bo vê 'kînayî' ye, lê rêveberiya girtîgehê bi awayekî kêfî nahêle girtî ji qawîşê derkevin û mafên wan ên qanûnî ji destê wan digire. Li dijî van sepanên rûmetşikên û derqanûnî, girtî Tugçe Nûr Ozbay di greva birçîbûnê de ye."
 
RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ BERSIVÊ NADE HIQÛQNASAN 
 
Fatma Demîrerê, got daxwazên wan ên hevdîtinê yên ji bo rêveberiya girtîgehê bêbersiv hatine hiştin û axaftina xwe wiha qedand: “Mixabin ji hevdîtinên me yên bi Serdozgeriya Girtîgehê re jî heta îro encameke berbiçav û hiqûqî derneketiye. Ev bêdengiya mekanîzmayên îdarî û darazê, dibe sedem ku sepanên kêfî zêdetir bibin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Jinan a Îzmîrê û hemû girtîgehan bibe xwedî hesasiyet. Heta ku rejîmeke înfazê ya li gorî rûmeta mirovahiyê pêk tê, em ê bibin şopdarê vê pêvajoyê."