Taşkesen ê ku gotibû ‘ev der Kurdistan e’ hate tehliyekirin
- Rojane
- |
- 10 Nîsan 2026 13:34
- |
SÊRT - Cemîl Taşkesen ê ku ji ber parvekirinên medyaya dijîtal, piştî 9 salan bi îdîayê “Heqareta li Serokkomar” 4 sal û 2 meh lê hatibû birîn, hate tehliyekirin.
Di sala 2014’an de li Herêma Herekol a li Sêrtê, goristanên PKK’îyan bi wesayîtan hatibû texrîbkirin. Der heqê Cemîl Taşkesen ê ku çûbû herêmê û dîmenên texrîbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parvekiribû, bi îdîaya “Heqareta li Serokkomar” li Dadgeha 2’yemîn a Cezayê Giran a Sêrtê doz hatibû vekirin. Di encama darizandinê de, dadgehê di sala 2023’yan de 4 sal û 2 meh cezayê hefsê li Taşkesen birîbû. Taşkesen ê ku di 2’yê Kanûna 2025’an de hate, girtin şandin Girtîgeha Tîpa L a Sakaryayê.
Taşkesen ku 4 meh li girtîgehê ragirtî ma, duh bi şev hate tehliyekirin.
ÇI QEWIMÎBÛ?
Cemîş Taşkesen, li navçeya Misircê ya Sêrtê, di 29’ê Cotmehê dema ziyareta Seroka Giştî ya ÎYÎ Partî, bi gotina “Ev der Kurdistan e, lê tê înkarkirin” bûbû rojev. Taşkesen ji ber vê gotinê li gelek platformên medyaya dijîtal, wek hedef hatibû nîşandan û di 2’yê Kanûna 2025’an de hatibû girtin.