Bi ser Şaredariya Boluyê de hate girtin: Cîgira Şaredar hate binçavkirin
- Rojane
- |
- 10 Nîsan 2026 11:04
- |
STENBOL - Di serdegirtina li ser Şaredariya Boluyê de Cîgira Şaredar Leyla Beykoz hate binçavkirin.
Li dijî Şaredariya Boluyê serdegirtinek nû pêk hat. Di çarçoveya lêpirsînê de Cîgiria Şaredar Leyla Beykoz û du kesên din hatin binçavkirin. Di daxuyaniya têkildarî bûyerê de hate diyarkirin ku binçavkirin ji ber îdîayên bexşandina qurbanên bi rêya Weqfa BOLSEV a girêdayî Şaredariya Boluyê pêk hatiye. Kesên hatine binçavkirin di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyê didin.