Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo astengdaran Pirtûkxaneya Bideng xiste meriyetê

Parve bike:
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca hêsankirina gihîştina materyalên nivîskî û pêşkêşkirina xizmetên wekhev û ewle, Projeya Pirtûkxaneya Bideng xiste meriyetê.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca hêsankirina gihîştina materyalên nivîskî û pêşkêşkirina xizmetên wekhev û ewle, Projeya Pirtûkxaneya Bideng da destpêkirin. Welatiyên ku ji pirtûkên bideng û materyalên bi tîpên Braille sûd werdigirin, kêfxweşiya xwe bi gotina “Em gihîştin pirtûkxaneya di xeyala me de” anîn ziman.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi pêşxistina xebatên xwe yên berê, navendeke nû ya bi teknolojiyên pêşkeftî vekir. Ev pirtûkxane ne tenê qadeke xwendinê ye, di heman demê de qadeke jiyanê ye ku derfetên wekhev di perwerdeyê de diafirîne.
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, ev proje li Pirtûkxaneya Gel a Amîdayê ya li Baxçeyê Miletî (Stada Berê) ava kir. Di navendê de materyalên bi tîpên Braille, komputerên bideng û amûrên ji bo kesên kêm dibînin wek mezinkirina ekranê hene. Her wiha personelê ku koordînasyona navendê dike jî bi xwe astengdarê dîtinê ye û bi ezmûnên xwe alîkariya bikarhêneran dike.
 
DÊ XIZMETA PIRZIMANÎ BÊ DAYÎN
 
Midûrê Şaxa Astengdaran Emîn Baran destnîşan kir ku ev xebat encama polîtîkayên wekhevîparêz e û got: “Em van xebatan ne wek lutfekê, lê wekî berpirsiyariyekê dibînin. Li vir teknolojiyên wisa hene ku hem kesên bi temamî nebîna ne û hem jî kesên kêmbîna ne dikarin bi kar bînin.”
 
Baran diyar kir ku di paşerojê de dê kursên komputerê û perwerdeya Braille jî werin dayîn. Her wiha aşkera kir ku navend dê bi naverokên Kurdî û Tirkî, bi awayekî pirzimanî xizmetê bibe.
 
Berpirsê Pirtûkxaneyê Abdulmecît Yilmaz ev tişt got: “Bi komputerên zarbêj, cîhazên MP3, çapkerên Braille û ekranên taybet em piştgiriyê didin hevalên xwe. Kesên ku li malê derfeta wan a komputerê nîne, dikarin li vir dersên xwe bixebitin.”
 
‘JIYANA ME HÊSAN KIR’
 
Xwendekara zanîngehê Songul Uçu anî ziman ku ev pirtûkxane jiyana wan hêsan dike. Welatiyê 76 salî Îsa Denîz jî got: “Me berê gelek zehmetî dîtin, me ev derfet di xeyala xwe de jî nedidîtin. Ev ji bo me wek fîlmekî ye. Divê em hemû xwedî li vê pirtûkxaneyê derkevin.”
 
Pelşîn Çelebî ya ku xwendekara zanîngehê ye jî diyar kir ku ger di dema lîseyê de derfeteke wiha hebûya, wê dikaribû hîn bi hêsanî bixwîne.
 
Welatiyên ku dixwazin ji vê xizmetê sûd werbigirin, dikarin bi fotokopiya nasnameyê û rapora astengdariyê serlêdanê bikin. Navend, nava heftê her roj di navbera saet 08:00–17:00an de vekirî ye.