Rojnameger Kaya: Hêzên kûrewî dixwazin destên Îranê bişikînin û berê şer bidin Iraqê

Parve bike:

ŞIRNEX -  Rojnameger Nîhat Kaya, agirbesta demkî ya di navbera DYA û Îranê de weke “navbera bêhnvedanê” nirxand û got: “Hêzên sermayeyê yên kûrewî dixwazin dest û milên Îranê bişikînin. Dê berê şer bikeve Iraqê. Sekinîna şerê li dijî Îranê dê bibe tevgereke li dijî Heşdî Şabî.” 

 
Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 41’an de didomin. Serokê DYA’yê Donald Trump, di 8’ê Nîsanê de bi şertê ku Tengava Hurmuzê li hatin û çûna keştiyan were vekirin, agirbesta ji bo 2 hefteyan ragihand. Agirbest, bi binpêkirinan didome. 
 
Rojnameger Nîhat Kaya ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, têkildarî şer, agirbest û helwesta hêzên Kurd ji ajansa me re axivî. 
 
Kaya, diyar kir ku şertên DYA-Îsraîl û Îranê yên di agirbestê de giran in û got: “Aliyek di bin navê agirbestê de teslimiyetê ferz dike û aliyê din jî hewl dide serkeftina xwe ragihîne. Şerek çêbû û her du aliyan jî derbên giran li hev xistin. Niha tu aliyekî ku bikare serkeftina xwe îlan bike nîne. Ragihandina agirbestekê tiştekî pir asayî ye. Piranî piştî agirbestê her kes li benda çareseriyê dimîne lê karektera vî şerî cuda ye. Mîna sedsala 20’an eniyeke şer nîne. Şerê hîbrît heye. Dibe ku di navbera aliyan de hevdîtin û lihevkirin çêbibin. Şer carnan leşkerî carnan jî siyasî tê kirin. Nayê wê wateyê ku ev agirbest dê şer bi dawî bike. Dibe ku navbereke kin hatibe dayin. Lubnan jî parçeyekî vê ye. Yek ji şertên îsraîl û DYA’yê ew e ku Îran dev ji baskên xwe yên derve berde. Her wiha dixwaze dev ji hilberandina moşekan û dewlemendkirina uranyumê berde û wan teslîm bike. Di demeke şer didome de heke Îran van şertan qebûl bike, ev tê wateya teslîmbûnê. Tevî ku Îran pir tengijiye jî ew ê vê neke.” 
 
‘PÊVAJOYA LIBENDÊMAYÎNÊ’ 
 
Rojnameger Kaya, agirbesta di navbera her du aliyan de weke “pêvajoya libendêmayînê” nirxand û got ev agirbest dê bi peymanekê biencam nebe. Kaya, sedema vê wiha vegot: “Sedema vê jî hesabên xelet ên DYA’yê heye. Li Venezuelayê encamek bidestxistin û bi serxweşiya serkeftinê xwest li Rojhilata Navîn bi taybet li dijî Îranê jî heman tiştî bike. Lê hesabê hev negirt. Ev welat ji hev pir cuda ne. Li Îranê civak ji rejîmê aciz e û ji bo hilweşandina wê di nava lêgerînan de ye lêbelê bi tu awayî serhildaneke bi piştgiriya Îsraîlê qebûl nake. Gel di meha Çileyê de rabû ser pêyan lê Îsraîl li holê nebû. Li Îranê tu hêz wisa bi hêsanî piştgiriyê nadin êrişên Îsraîlê. DYA’yê ji ber van hesabên xwe yên şaş encamek negirt. Lewma tengijî. Xwestin bi êrişên hewayî encamekê bi dest bixin. Digotin qey dema kadroyên pêşeng kuştin dê Îran teslîm bibe. Lêbelê ev tişt li Rojhilata Navîn wisa nîne. Li welatekî mîna Îranê dema te çendek lîderên wan kuştin ev nabe teslîmiyet, berevajî vê bi xwe re xwîndariyê tîne.” 
 
‘PIR TENGIJÎ NE’
 
Di berdewamê de Kaya anî ziman ku sedema rûniştina ser maseya agirbestê ya Îranê, bingeha xwe ji kevneşopiya dewlet û burokrasiyê ya hezaran salan a Îranê ye û wiha pê de çû: “Nexwe li Rojhilata Navîn kuştina lîderan, hestên tolhildanê bêhtir sor dikin. Bi vê bendewariyê xwestin encamekî bi dest bixin lê li Îranê berevajî vê bêhtir li ber xwe da. Weke encam, ji ber êrişan Îranê windahiyên mezin da. Pir tengijiye. Helwesta DYA’yê ya hiqûqa navneteweyî binpê dike, rê li ber bertekên dewletan vekir. Di rojên ewil ên şer de Ewropa û Ingilistan şaş mabûn. Piştî dirêjbûna şer û giranbûna fatûreya krîza aboriyê bertek zêde bûn. DYA’yê hinek jî ji bo vê daxwaza agirbestê kir. Xwestin bi vê yekê hesabên xwe yên şaş sererast bikin. Ji bo kêmkirina zextên navneteweyî û daxilkirina wan a di nava hevkêşeyê de pêdiviya DYA’yê bi agirbestê hebû. Venekirina Tengava Hurmuzê ev pêdivî zêdetir kir.” 
 
‘ŞER DÊ BIDOME’ 
 
Kaya, daxuyand ku agirbesta heyî nayê wateya bidawîbûna şer û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev, navberek e. Karektera şer wiha ye. Li gorî min demek kin piştre dê şer dîsa dest pê bike. Di pergala neo-lîberalê de birêvebirina şer û dewletê pêwîstiya xwe bi îstîqrarê nîne. Berevajî vê, bêîstîqrarî û alozî van têr dike û dike bêhtir dewlemend bibin. Welatên netewedewlet têk diçin û mecbûr in ji hev belav bibin. Bi Bihara Ereban re li tevahiya Rojhilata Navîn belav bû. Li tu cihekî îstîqrar çênebû. Her ku diçe ev bêîstîqrarî zêde dibe û Tirkiye bila nebêje dê xwe ji vê dûr bigire. Dixwazin Tirkiyeyê jî bikişînin nava vê û dê bikişînin jî. Netewe dewletên li herêmê ji vê rewşê aciz in. Sermayeya kûrewî ji bo bêîstîqrariya herêmê di nava lêgerîneke cidî de ye. Ji ber ku alozî, dewlemendan bêhtir dewlemend dike û hejaran jî bêhtir hêjar dike. Her wiha tê wateya firotina çekan. Di vê sedsalê de herî zêde çek pereyan didin qezenckirin. Niha her kes derdikeve vê bazarê. Ji ber ku pergala kaosê xweyî dikin, nebawerim hewldanên wan ên ji bo îstîqrarê hebin. Her çend bi agirbestê re navberek dabin şer jî, li gorî min dê şer bidome.” 
 
HELWESTA KURDAN Û YEKITIYA NETEWEYΠ
 
Kaya, anî ziman ku di nava vê pergala kaosê de mirov li cem kîjan hêzê jî cih bigire dê winda bike û wiha axivî: “Pirsgirêk ne tenê Kurd in. Di pergala heyî tu aliyek nikare bi ser keve. Yên di vî şerî de bi ser dikevin dê hêzên sermayeyê yên kûrewî, çekfiroş û kesên teknolojiyê difiroşin bin. Dixwaze Îran dixwaze jî Îsraîl-DYA, Kurd li cem kê jî cih bigirin jî dê di şerekî wiha de winda bikin. Şoreşgertiya vê sedsalê ferz dike ku mirov ji şerên wiha dûr bisekine. Ji ber ku her du aliyên şer dikin jî avê di çerxa vê pergalê de digerînin. Şer û pevçûn, alozî dike ku DYA bêhtir ji vê pergala neo-lîberal sûd bigire. Kurdan, di demên dawî de helwestekî pir aqilane raber kir. Hewl dan li derveyî pevçûnan bisekinin. Ji vir şûnde jî tişta şoreşger ew e ku vê helwesta xwe bidomînin. Nexwe li cem kê jî cih bigirin dê xizmetê ji sermayeyê re biöni. Hewceye Kurd yekitiya xwe ya neteweyî xurt bikin. Heke heta ev şer bidawî dibe bikarin xwe li ser pêyan bigirin, dê destkeftiyên wan mezin bin. Sermayedar hewl didin Kurdan û Farisan, Ereb û Kurdan bi hev bidin şerkirin. Mezinkirina siyaseta xwişk-biratiya gelan dê bi xwe re destkeftiyên mezin bîne. Êrişa heyî êrişa sermayeya kûrewî ye. Lewma divê seknekî kûrewî bê nîşandan. Gel an komî qezenc dikin an jî komî winda dikin.” 
 
‘BERÊ ŞER DÊ LI IRAQÊ VEGERE’ 
 
Kaya, daxuyand ku dibe êrişên li dijî Îranê heta demeke din jî bidomin û axaftina xwe wiha qedand: “Hêzên sermayeyê yên kûrewî dixwazin dest û milên Îranê bişikînin. Dê berê şer bikeve Iraqê. Êrişên li dijî Haşdî Şabî yên di demên dawî de zêde bûn. Lêbelê sekinîna êrişên li dijî Îranê dê berê êrişan bide ser Heşdî Şabî. Û bi vê yekê re Iraq dê bikeve nava senaryoyeke nû. Di vê mijarê de hewceye Kurd amade bin. Divê ji pevçûnan dûr bisekinin. Şerê bi Haşdî Şabî re dê bi Kurdan nede qezenckirin.” 
 
MA / Emrullah Acar