NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Parastina 'Mafê Hêviyê' û Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî, ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û cîbicîkirina “Mafê hêviyê”, dest bi kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî kir.
Komîteya Parastina 'Mafê Hêviyê' û Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cîbicîkirina “Mafê hêviyê”, dest bi kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî kir. Kampanya ku ji welatên cuda gelek siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û hunermend tev li bûn, di demeke kurt de gihîşt zêdeyî 500 îmzeyî. Komîteyê bi vê piştgiriya xurt daxwazên xwe gihand sazî û raya giştî ya navneteweyî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di demekê de ku li cîhanê şer, zext û rewşa nediyar heye, bêdengî wê bê wateya hevkariya li bêedaletiyê. Komîteyê bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li Îmraliyê tê ragirtin û ev rewş tenê rewşeke ragirtinê nîne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev yek tê wateya "Jiholêrakirina derfetê guherîn, diyalog û hêviyê bi rêk û pêk." Hate ragihandin ku Îmrali êdî ne tenê girtîgehek e, ew bûye sembola desteserkirina “Mafê hêviyê.”
Komîteyê îşaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî kir û diyar kir u “Mafê hêviyê” mafekî gerdûnî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, ti dewlet nikare mirovekî ji hêviya azadiyê, ji derfetê jinûve nirxandina çarenûs û diyalogê bêpar bihêle.
DAXWAZÊN KOMÎTEYÊ
Komîteyê daxwazên xwe bi van sê sernavan anî ziman:
“* Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin, şert û merc bêne afirandin ku karibe bi malbatê, parêzeran û heyetên navneteweyî re hevdîtinê bike.
* Ji bo aştî û jiyana hevpar a li herêmê pêvajoya diyalogê ya wekhev û mayinde bê destpêkirin.
* Saziyên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bînin û gavên şênber û bi biryar biavêjin.
* Ev gav ne tenê hiqûqî ye, di heman demê de pêwîstiyeke dîrokî û siyasî ye.”
'VEKIRINA DERIYÊN ÎMRALIYÊ GAVEKE DÎROKÎ YE'
Komîteyê diyar kir ku bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ji bo şikandina tundiyê û jinûve avakirina baweriya navbera gelan gelekî krîtîk e û ragihand ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo siyaset jinûve derbasî ser zemîna diyalogê bibe û pênaseya “hêviyê” bibe xwedî wateya dîrokî girîng e.
Komîteyê ragihand ku ev banga bi kampanya îmzeyan xurt bû wê pêşkêşî Yekitiya Ewropayê (YE), Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên pêwendîdar ên navneteweyî re bê kirin.
Daxuyanî di 18'ê Adara 2026'an de ji raya giştî re hate ragihandin.
Kampanya îmzeyan li ser vê navnîşanê dewam dike.