NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Îran û DYA-Îsraîlê di roja 20’an de didome. Îsraîlê dîsa li dijî rayedarên payebilind ên Îranê êrişên suîqestê kir. Îranê jî êrişên xwe yên li dijî welatên Kendavê domand.
Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 20’an de berdewam dikin. DYA û Îsraîlê di tevahiya şevê de êrişên li ser Îranê domand û Îranê jî êrişî welatên Kendavê kir.
Îsraîlê ragihand ku Wezîrê Îstîxbaratê yê Îranê Îsmaîl Hatîb di oprasyona şevê de hatiye kuştin û rayedarên Îranê jî ev êriş piştrast kiribû. Bi kuştina Hatîb re, hejmara rayedarên payebilind ên Îranê yên di nava 24 saetên dawî de hatin kuştin derket 3’yan. ( Sekereterê Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Alî Larîcanî û Fermandarê Besîcê Gulam Riza Suleymanî)
Îranê jî weke bersiv êrişî hin taxên paytexta Îsraîlê Tel Avîvê û stasyona trenê kir. Di encamê de ziyanên Îsraîlê çêbûn û herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi vê yekê re ji destpêka şer heta niha li Îsraîlê hejmara kesên di êrişên Îranê de jiyana xwe ji dest dane derket 15’an. Îranê, di tevahiya şevê de êrişî Qeter, Erebistana Siûdî û Mîrtiyên Ereb ên Yekbûyî kir.
Îranê, li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê û li Qeterê tesîsên enerjiyê hedef girt. Îranê, ragihand ku Rafîneriya Las Raffanê hedef hatiye giritn. Rayedarên Qeterê jî ev êriş piştrast kir.
LI KIRMAŞANÊ DORPÊÇ
Ji şeva çarşemê heta niha li bajarê rojhilatê Kurdistanê Kirmaşanê xetên ragihandinê û înternet ji hêla hêzên rejîmê ve bi temamî hatine qutkirin. Hat zanîn ku bajar niha bi temamî di dorpêça hêzên rejîmê de ye. Hat ragihandin ku hêzên çekdar û peywirdarên cil û bergên sivîlan li xwe kirine, li taxên weke Kasrayê, li gelek kolan û herêman bicih bûne.
‘ME HÊJ ÇEKÊN MODERN BI KAR NE ANÎNE’
Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê, ragihand ku wan hêj çekên modern bi kar ne anîne û îdia kir ku dê di rojên pêş de van çekan bi kar bînin. Balafirên şer ên DYA û Îsraîlê jî di serî de Tehran, Şîraz û Sine li gelek bajaran êrişên hewayî kirin. Îsraîlê, mezintirîn qada gaza xwezayî ya Îran û dinyayê South Pars hedef girt. Pentagonê, bi rêya Kongreyê serî li Qesra Spî da ku bi boneya şerê bi Îranê re 200 milyar dolar budçe were veqetandin. Li hêla din, hate ragihandin ku DYA’yê êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê erê kiriye û dê êriş bidomin. Artêşa DYA’yê, ragihand ku li seranserî Îranê tesîsên nukleerî, pergala parastina hewayî û navendên fermandariya leşkerî jî di nav de 7 hezar û 800 noqte hedef hatine girtin.
Artêşa Îsraîlê, li dijî bajarê Baalbekê yê li rojhilatê Lubnanê êrişên hewayî kir. Di van êrişan de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
TRUMP: HAYA DYA’YÊ JI ÊRIŞA LI DIJÎ SOUTH PARSÊ NEBÛ
Serokê DYA’yê Donald Trump, têkildarî êrişa Îsraîlê ya li dijî South Parsê, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal Truth Postê peyamek parve kir û got ku beşeke biçûk ê tesîsê hedef hatiye girtin û haya wan ji vê êrişê nebû. Trump, anî ziman ku eleqeya Qeterê jî ji vê êrişê nebû û Îranê jî bi awayekî neheq tesîsên gaza xwezayî ya Qeterê hedef girtiye.
Trump, got ku dema Îranê biryar da ku dê êrişî Qeterê neke, wê demê dê Îsraîl jî êdî êrişî Qada South Parsê neke. Trump, di berdewamê de got ku heke Îran van êrişên xwe bidomîne, ew ê Qada Gaza Xwezayî ya South Parsê tune bikin. Trump, got ku ew naxwazin ji ber bandorên demdirêj ên li ser pêşeroja Îranê tundiyeke wiha bikin lê heke Îran careke din êrişî tesîsên LNG’ê yên Qeterê bike, ew ê vê êrişê pêş bînin.